Civak

Kobanê %90ê hatiye azadkirin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê di çend rojên borî de pêşveçûnên baş bidest xistine û niha nêzîkî %90ê Kobanê hatiye azadkirin û di çend rojên bê de wê mizgîniya rizgarkirina Kobanê bi temamî were ragihandin.

Şewket Mizûrî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge pêşveçûnên baş kirine û di çend rojên borî de karîne derbeyên mezin li DAIŞê bidin û bera wan bidin ji nav bajêr. Niha jî DAIŞ tenê li derdora bajêr maye û şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge ji başûrê Kobanê nêzîk bûne ku bighên dawiya bajêr û li rojhilat jî gellekî nêzîk bûne û tenê dawiya bajêr û Meşternûr di destê wan de maye.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Çekdarên DAIŞê têk şûne û dawiya wan ne tenê li Kobanê hatiye, lê belê li Iraq û Herêma Kurdistanê jî, ji ber ku nikarin xwe bigrin û direvin.”

Mizûrî wiha domand: “Di çend rojên borî de di encama lêdana balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî de, bêtirî 50 terorîst hatine kuştin.”
Emîd Şewket ragihand: “Di çend rojên bê de, Kobanê dê bi temamî were azadkirin û çekdarên wan li vir namînin û emê mizgîniya azadkirina Kobanê rabighînin.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê gotina xwe wiha qedand: “Biryar e ku em vegerin Başûrê Kurdistanê û hêzeke din bê şûna me, lê heta niha dema şûna me nehatiye diyarkirin.”

Back to top button