Yekrêziya hêzên pêşmerge pêwiste
Yekrêziya hêzên peşmergeyên Kurdistanê bûye giringiyek mezin.Her çikas Mesud Barzani û Celal Talabani li ser vê yekê li hevkirîbûn jî lê niha hinek di nava YNKê de vê yekê naxwazin. Eger li BaşûrêKurdistanê kurd behsa dezgehên dewleti û herweha serxwebûnekî bikin ev yek ji her tiştekî zêdetir giring e.
Di vê derbarê de serokê Kurdistanê fermana yekbûnê daye. Partî û aliyên siyasî pişgiriya vê yekê dikin.
DI vê derbarê de endamê polit buroya Yekgiruya Îslamî ya Kurdistanê Semir Selim daxuyaniyel li ser navê partiya xwe ragihand.
Selim dibêje: Serokê Kurdistanê mijara yekkirina pêşmergeyan de cidîye. divêhemû alî di vê derbarê de hevkarbin. Taybeydî PDK û YNK divê arîkariyê bikin.
Semîr Selîm Endamê polîtbîroya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Ev demeke dirêje ku em daxwaza yekxistina Hêzên Pêşmerge dikin û daxwaza bi niştimanîkirina dezgehên ewlehiyê û em di wê baweriyê de ne ku ew yek pêngaveke girîng e bo çaksaziyê û pêwîst e were kirin.”
Selîm wiha got: “Her pêngavek ber bi yekîtiyê were avêtin, erênî ye û em piştevaniya wê dikin.”
Endamê polîtbîroya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Semîr Selîm ragihand ku, “Serokê Herêma Kurdistanê di mijara yekxistina Hêzên Pêşmerge de ciddî ye, lê pêwîst e hemû alî hevkar bin, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku xwedî hêzin û dikarin hesankariyê ji wê pirojeyê re bikin.”