Nivîsar

Qendîl û dewletên dagirker naxwazin yekitîyek li rojavayê Kurdistanê pêkwerê

Eve demeke hêviyek mezin ji bo yekrêziya tevgera kurd li rojavayê Kurdistanê pêkwerê peyda bûye. Di çavderiya Amerikayê û pişgiriya herêma Kurdistana Başûr, ENKS û TEVDEM û hêzên ku xwe li dora wan kom kirîn ji bo yekrezêyê hevdîtina dikin.

Ya girîng ewe ku gava yekem de dan xûyakirin ku dê ew li ser bingeh û prensîbên peymana Duhokê werin ba hev û yekitiyekî di nava mala Kurd de li rojavayê Kurdistanê ava bikin. Di destpêkê de gavên baş hatin avêtin û niha jî berdewamiya wan gava tên avêtin. Herdu aliyên sereke hevdîtina dikin û daxûyaniyên erênî didin. Ji bo vê yekê jî ihtimala pêşerojê de ev yekitî pêkwerê gelek e û dê ev yek tenê bibe sedem ku li rojavayê Kurdistanê Kurd bibin xwedî statuyek e fermî.

Ji aliyek din ev yekitî dikare bibe gavek ji bo yekbûna du beşên Kurdistanê. Eger başûr û rojavayê Kurdistanê bikaribin pêşerojê de yekitiyekî erdî pêkbînin, ev yek rêya serxwebûnê jî hesanîtir dike.

Di vê qonaxa ku hevdîtinên yekrêzîyê li rojavayê Kurdistanê pêktên hinek alî astenga çêdikin û naxwazin ev yekitî pêkwerê.

Dewletên wek Tirkiye û Îranê gelek eşkere li dijê vê yekitiyê tevdigerin û hemû hewldana dikin ku Amerika xwe ji çavderiya vê yekitiyê bide aliyekî da ku tu yekitî pêknewe û dijberiya di nava mala kurd berdewambe.

Mirov helwesta Tirkiye û Îranê tê digihe. Ew naxwazin tu cara li tu deverê cîhanê destkeftiyek a Kurdan çêbibe. Herweha rejima Suriye û Bexda jî li dijê vê yekitiyê ne. Ji ber ku yekrêziya aliyên siyasî li rojavayê Kurdistanê pêkwerê dê kurd gavek din ber bi armanca xwe ya bingehîn ve herin.

Lê hêzek din heye ku ew ji dewletên dagirker behtir naxwaze ev yekrêzî pêkwerê. Ew jî PKK ye. Berpirsên PKKê gelek bi zelalî didin xuyakirin ku ew naxwazin ev yekrêzî pêkwere.

PKK li dijê hemû projeyên destxistinên netewî ye. Berpirsên PKKê destpêkirine ku ji bo hevdîtinên yekitiyê têkhere peyama didin. PKK bi pişgiriya Îranê hewldide Mazlum Ebdî ji kar dûrbêxe û Aldar Xelil bînin dewsa wî. Eger PKK vê yekê de serbikeve dê karê yekrêziyê gelek aloz bibe.

Ji aliyek din ve bi provakasyonên PKK kesên girêdayî Qendîlê, êrîş birin ser ofîsa PDKSê û ala Kurdistanê daxistin û ofis şewitandin, sloganên PKK li ser dîwarên ofîsê nivîsandin. Rastî ev provakasyonek li himber hevdîtinên yekrêziyê bû.

Di vê derbarê de daxûyaniyên PDKSê gelek erênî bûn. Herweha Berpirsê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mistefa Balî jî da xûyakirin ku; çend kesên bê serûberin êrîşî navenda PDKSê li Qamişlo kirin, karekî nezan kirine û ew şermezar dikin.Bali dibêje ku,ev kiryar têkderane ye û navê Rêveberiya Xweser xirab dike û wê hesabê encamderên wê bê kirin.

Bê guman ev daxûyaniyên erênî cihê dilxweşîye ye. Hêvî ewe ku helwest li dijê her aliyek ku bixwaze vê yekitîyê têkbide bê standin û her kurdek li rojavayê Kurdistanê ji bo berjewendiyên netewî yên Kurdên rojava tevbigerin.

Nûçe/Analîz

Back to top button