Civak

Îmarat li çolê de fêkiyan diçîne

Dubeyî ji bo berhemanîna sewze û mîwe û fêkiyan li çolên req û hişkên welatê xwe mijulî şoreşeke çandiniyê ye û vê karê li rêya teknolojiya û damezrandina çewlikên nûjenên çandiniyê pêktîne.

Îmarat ku xwediyê yedegekê mezinê neft û gaze, zêdetir pişta xwe bi hawirdekirina berhemên çandinê ve girêdaye, lê belê berpirsên wî welatî û kompanyayên kerta taybet li nava wan çolên hişk da mijulî damezrandina projeyên mezin û nûjenên çandiniyêne.

Her çende niha Îmarat bi rêjeya % 90 pişta xwe bi hawirdekirina maddeyên xorekiyan ve girêdaye, lê belê piştî damezrandina dehan çewlikên nûjen ku li rêya teknolojiya pêşketî kar dikin, bi niyetin hawirdekirina xorek kêm bike.

Berpirsên Îmaratê dibêjin heta sala 2021 bi rêjeya % 15 qebareya berhemanîna çandiniya wî welatî bilind dikin.

Back to top button