Hereketa Zimanê Kurdî ava dibe

Hereketa Zimanê Kurdî (Hezkurd), Li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê ava dibe. Hezkurd, bi pêşengî û birêvebirina komek nivîskar û aktîvîstên sîvîl yên wek Fevzî Bulgan, Barij Celalî û parêzer Suphî Özgen dibe.

Herweha ji her bir û aliyên civaka Kurd, di nav Hezkurdê da cî digrin.
Hezkurd, di demeke kurt da li bajarên sereke Stenbol, Enqere û Îzmêr yên Tirkiyeyê ku piraniya Kurdan lê dijîn û li serî da Amed û piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê tê da xwe bi rêxistin kiriye û hewla hêj berfirehtirîn rêxistinkirinê dike.

Hezkurd, tevgereke sîvîl e û di bin bandora tu aliyek da nîn e.

Hezkurd, kar û xebata xwe bi rê û olaxên aştî û demokratîk pêk tîne. Hemû şêweyê tûndiyê/red dike.
Her dildar û xemxurên kurdî endamê wê yê sereke ne.

Li ser hemû siyaset û îdeolojiyan/ bîrdozîyê ra ye.
Dê, Hezkurd, bi her sazî û dezgehên ku li ser ziman kar kirine, di nav pêwendiyê da be û ji karên sûd werbigre.

Sê armancên sereke ya hezkurdê ev in ku hatine eşkerekirin;

1- Li ber yasa û destûra bingehîn wek fermî/resmî bêpejrandin.
2-Bibe zimanê perwerdehiyê yê fermî..
3-Guhartin û paşvegerandina navên gund bajarok, bajar, çiya û dolên li ser zimanê kurdî..

Hezkurd, tevgereke nû ye. Bi feraset û hişmendiya xurtkirina hebûna Kurd, bi rê ketiye. Pewîstiya wê bi alîkarî û piştgiriya her kurdekî/e heye û ev hereket ya her kurdekî/a ye.

Hezkurd, bi rê û olaxên medya giştî û ya herêmî, bi taybet jî medya civakî, rûbirû û bi kombînan xwe rêxistin dike.

Hezkurd, heta nuha li herêma Marmarê bi taybet jî li derdora bajarê Stenbolê kombînên xwe pêk anî ye.
Demeke paşê jî dê li barajên wek Amed, Wan, Mêrdîn û Rihayê kombînên xwe pêk bînin û avakirina xwe ragihînin.

Ez jî wek rojnamevanek û wek xemxurekî zimanê kurdî, maya çi ji destê min bê ezê pistgriyê bidimê.

Lînga fermî ya Telegramê ya hezkurdê ev e. Hûn jî dikarin bibin endam û daxil bibin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: