Polîtîk

Qelab: Serok Barzanî yek ji sembolên Rojhilata Navîn e

Şewirmendê berê yê şahê Urdinê û wezîrê berê yê rewşenbîrî yê hikûmeta Urdinê, Salih Qelab ragehand ku, serok Barzanî li Rojhilata Navîn de xwedan karîzma û roleke gelek girîng û dîrokî ye û:

          Serok Barzanî ne tenê sembola gelê Kurd e, lê ew yek ji wan nav û sembolên mezin û xwedan bandor yê Rojhilata Navîn e.

Qelab eşkere kir ku, jiber siyaseta jêhatî ya serok Barzanî niha peyvendiyên navbera Kurdistan û Urdinê gelek pêşketîne:

          Serok Barzanî siyaseteke serdemiyane dimeşîne. Di demên derbasbûyî de wî serdana Amedê kir û digel serokwezîrê Tirkiyeyê jî civiya, ev serdana han serdaneke gelek girîng bû û ji bo aramkirina rewşa deverê û Tirkiyeyê serok Barzanî roleke gelek girîng û dîrokî lîstiye.

Qelab got ku, derbarê rewşa Kurdên Sûriyayê  jî, Barzanî di hewldan û tevgerên berdewam deye lewre, Barzanî weke semboleke diyar ya li deverê bandor li ser siyaseta giştî ya Rojhilata Navîn kiriye.

Derbarê serdana serok Barzanî bo Urdinê,  Qelabgot:

 

          Peyvendiyên navbera Kurdistan û Urdinê dîrokîne û dîroka wan vedigere bo serdema Mele Mistefa Barzanî û şah Husênê Urdinê. Urdin hertim piştgîriya mafên gelê Kurd kiriye.

(KTV)

Back to top button