FlaşPolîtîk

El-Hîlalî: Dahatên dergehê Sêmalka bo hikûmetê tên veguhestin

Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlalî ragihand ku gavên mezin ji bo çalakirina dezgehan hene û dahatên Dergehê Sêmalka bo dewletê têne veguhestin.

Ehmed El-Hîlalî ji ragihandina Fermî ya hikûmetê re got, Di dema pêş de gavên mezin hene ji bo çalakirina dezgeh û rêveberiyan li parêzgeha Hesekê.

Got jî ku bo yekem car piştî 13 salan bajarê Qamişlo elektrîkê dibîne û 60 ji sedî ji torên elektrîkê li Hesekê hatine çakirin.

Derbarê Dergehê Sêmalka yê hevsînorî li gel Herêma Kurdistanê, Ehmed El-Hîlalî diyar kir ku ji yekê vê meha Hezîranê ve dahatên dergehê bo dewletê têne veguhestin.

El-Hîlalî da zanîn ku hevdîtinan ji bo tevlîkirina endamên Asayîşê di nava dezgehên ewlehiya navxwe de dest pê kiriye.

Cîgirê Parêzgarê Hesekê li ser encamdana ezmûnan jî got, ev yek werçerxaneke mezin e di proseya tevlîkirina perwerde û fêrkirinê de li Hesekê.

Back to top button