
Li navçeya Çaldiranê ya Wanê, di bûyerak a trafîkê de 4 kes mirin û 2 kes birîndar bûn. Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, cendirme û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndar rakirin nexweşxaneyê. Lêkolînek li ser sedema bûyerê dest pê kir.
Bûyer li ser duriyana Qelqelia û Çaldiranê ya Wanê qewimî. Li gorî agahiyan, du otomobîl ji ber sedemek hîn ne diyar li hev ketin. Piştî li hevketineka tund, rêwiyên wesayîtan bi giranî birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, cendirme û agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin. Lêkolînên tîman diyar kirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piştî dermankirina destpêkê li cihê bûyerê, du birîndar rakirin nexweşxaneyê
Di demekê de ku tîmên cendirmeyan li cihê qezayê tedbîrên ewlehiyê girtin, lêpirsînek li ser sedema qezayê dest pê kir. Rayedaran diyar kirin ku lêpirsîna bûyerê berdewam dike.


