Polîtîk

Kurdistan daxwaza bersivek fermî ji Îranê dike

Bi armanca gehandina nerazîbûna hikûmeta herêma Kurdistanê bi rayedarên Komara Îslamiya Îranê li hember wê nivîsa çend roj berê di malpera fermiya konsulxaneya Komara Îslamiya Îranê a li Silêmaniyê hatibû weşandin û tê de sivakî li herêma Kurdistanê kiribû, îro Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê digel Mihsin Bewefa konsulê giştiyê Komara Îslamiya Îranê yê herêma Kurdistanê civiyan û nerazîbûn û dilgiraniya hikûmeta herêma Kurdistanê bi berpirsên Îranê gihand.

Di civînê de, Mistefa û Dizeyî bi fermî dilgiranî û nerazîbûna hikûmeta herêma Kurdistanê bi konsulê Îranê gihand û daxwaza kir ku, hikûmeta Îranê bi fermî daxuyaniyekê li ser wê nivîsê bide û helwesta fermî ya hikûmeta Îranî li ser wê nivîsa di malpera fermiya konsulxaneya Îranê ya li Silêmaniyê de hatiye weşandin zelal bike.

Di civînê de hat tekîd kirin  ku, siyaseta karûbarên derve ya hikûmetan ji aliyê berpirsên bala û saziyên taybet yên wê hikûmetê ve tên birêve birin û konsulekî ew maf nîne nivîsîn wisa biweşîne û ji dervey desthilatên xwe tevbigere. Ji ber hindê pêwîste hikûmeta Komara Îslamiya Îranê bi fermî daxuyanuyekê li hember wê pirsê bide.

 Di civînê de behsa xebat û dîroka gelê Kurdistanê û bizava rixgarîxwaza kurd hat kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, gelê Kurdistanê xwedî ax, ziman û kultura xwe ya taybet e û şanaziyê pê dike û ji bona parastina ax, ziman û kultura xwe gelê Kurdistanê  gelek qurbanî dane. Tecrûbeya hukimdariya herêma Kurdistanê hokarê sereke yê Îstîqrara herêmeke pir milmilanê ye. Herêma Kurdistanê, li ser bingehê rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş, destê hevkariyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye.

Her çiqas Mihsin Bewefayî konsulê Îranê bi wekalet di axaftina xwe de got ku, ew tiştê hatiye kirin ne helwest û siyaseta Komara Îslamiya Îranê ye, lê belê daxwaz jê hat kirin ku, peyama hikûmeta herêma Kurdistanê bigihîne berpirsên peywendîdarên Îranê û hikûmeta Îranê jî bi fermî bersiva hikûmeta herma Kurdistanê bide.

 

Konsulê Îranê got ku, ew dê peyama hikûmeta herêma Kurdistanê bigihîne wezareta derve ya Îranê û hikûmeta herêma Kurdistanê li ser bersiva Îranê agadar bike.

Back to top button