
Peyama sersaxiyê ji bo wefata Helkewt Ezîz
Rêzdar Ako Muhammed
Berpirsê Giştî yê Rudawê
Me bi xemgînî bihîst ku, nûçegîhanê Rudawê
Helkewt Ezîz roja 08.06.2026ê li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de rastî qezayeke trafîkê hatibû, bi giranî birîndar bûye, piştî nîvroyê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest daye.
Em bi wefata Helkewt Ezîz gelekî xwemgînin, em xwe hevparê xema we dibînin.
Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Em sersaxiyê ji malbat, kesûkar û nasên xwedêjêrazî Helkewt Ezîz, ji hemû rêvebir û xebatkarên Rudawê û hemû rojnameger û xebatkarên medyaya Kurdistanê re dixwazin.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


