Polîtîk

PYD li eniyeke têkçûyî de

Li gel destpêkirina qeyran û şoreşa Sûriye ku dîroka wê vedigere nêzîkî 3 sal berî niha, em Kurd bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî me nefesekî dilxweşker da wê yekê ku derfetek ji bo me rexsa li wê beşa Kurdistanê de bigihîn mafên xwe yên rewa û roj bi roj hêvî zêdetir dibûn û bi taybetî piştî wê yekê li jêr çavdêriya birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê peymana Hewlêrê li navbera hemû aliyê siyasiyên Kurdistanê hate îmza kirin û eve jî ji bo Kurd derfetê bi hêz û zêdetir kir ku yekîtî bikeve nav mala Kurdên Rojavayê Kurdistanê da û piştî wê jî maf têne bidestxistin.

Ewê cihê helweste û guman û balkêş bû helwesta PYD ye ku her zû hest pê hate kirin ew ji bilî îmzakirina peymana li gel aliyê siyasiyên dinê Rojavayê Kurdistanê wekî li destpêkê de me balkişandibû (Peymana Hewlêr) hatibû nasîn, ewe li binve dest xwe li gel eniyeke din ve têkilhev kiribû û li vê eniyê de hemû pêdiviyekî şer pê dida û ji bilî wê jî şerê hevbeşî ji bo wê rêjîmê dikir ku zêdetir li nîv sedsale Kurd ji kêmtirîn mafan bêbeş kiriye.

Ji wan mafê welatîbûn û nedana nasname û li gel wan hemûyan jî ew rejîm sedema serekî bû li derxistina Abdullah Ocelan ji axa xwe û heta bûye derfet ji bo destgîrkirina ji aliyê çend welatek ve û li ser rûyê hemûyan ve Sûriye. Li vir de ji bo ku xwe bixîn nav nêrîneke rastiyane ve, çendîn pirsiyar têne holê û divê ew cûre pirsiyar pêşkêşî dema niha bikîn heta weku bikeve nav qalibê dîrokî ku mixabin bi sedema van cûre kar û kirdaran li gelek rewşan de mîlletê Kurd êş û jan û malwêraniyê dîtiye. 

Ew eniya PYD û Saleh Muslim ku endazyarê bi cîhkirinê bernameyên xwe ye, ji aliyê hemûyan ve eşkereye ku bereyekî dijî bi xwest û daxwaziyên civaka navdewletiye û ne rastiyane li gel rewş û pêvajoyê de tevdigere, yan zelaltir bibêjîn eniyeke têkçûyî û jiyana li gel deman de ye. Eger bi awayeke neteweyiyane ve temaşa kar û kirdarên wê aliyê bikîn ku bi navê PYD li qadan de tevdigere, gelek bi eşkere ewe tê berçavan ku bi eşkere xizmeta dijmin dike û eve jî niha ne ew deme, diyar dibê ku rejîma Sûriye dirûxê û hemû destên wê ji bo xelk eşkere dibe. 

Dîrok şermê ji kesekî nake û ewê rojek ji rojan zulm û xedir li mîlletê Kurd kiribe çi aliyên navxweyî yan derekî bê, ewe tuşî qeyranê bûye û bi hêsanî lê derbas nebûye û mînak jî gelekin. Ji ber ku dîrok wê yekê diyarkiriye ku ewê çûbê eniya têkçûyî li dawiyê de ew bi xwe têkçûyê yekem bûye!

Yunis Hemed – Oslo

 

Back to top button