Bi îcazeya Saleh Muslîm !!!

Saleh Muslîm dixwaze me terbiye bike, bêguman eger yek bixwaze kesekî din terbiye bike, divê yekem car temaşa terbiyeta terbiyetder bikîn bo ku bizanîn ew kesê terbiyetder çi jê derdikeve, ji bo wê yekê ez jî dixwazim bi îcazeya cenabê Saleh Muslîm piçek behsa terbiyeta Partiya wî û axa wî bikim. Dibe ku ez zêde jî nezanim lê belê min pê xweşe hun jî hevkar bin û terbiyetên Salih Namuslîm bi welatiyên Kurdistanê aşna bikin bizanin xelkê bi vî awayî cûre terbiyetê razîne yan ne? Li wê jî têbigihin ku kî pêwîste bê terbiye kirin…

1- Partiya Karkerên Kurdistanê wê dema ku li Bekaa ya Suriye dirust bû Apo yê serkirdeyê wan yek bi yek damezrênerên wê partiyê bi bername li nav birin êdî bi teror kirin bê yan bi kuştinê bê.

2- Apo li çiya xelkê dida kuştin û ew bi xwe jî li Şamê gelek bi xweşî dijiya û Kurd ji bo wî ewê Şamî Şerîf bû pasewanên wî jî komek keçên jîkeley Kurdistanê bûn.

3- Ew dema Apo hate tengav kirin û kune mişkî lê bibû Serokê wê şûna wê yekê bê Qendîl û beşdarî xebat û têkoşînê bike li gel gerîlayan hêvî ya bi dewletên din bir û pê şerm bû ji bo gelê xwe eziyet bikêşê û 10 salek li çiya bê.

3- Li dadgehê poşmaniya xwe ji wan hemû axaftinên xwe yên berê kir û daxwaza lêborînê kir, wate zêdetir ji xwe hezdikir û ne li gel û welatê xwe….

5- Yek carek çiye min nebihîstiye ew serok bi navê Kurd bi Kurdî daxuyaniyek bide…

6- Li sala 1992 şûna wê yekê ku alikariya me bike li gel Seddam û Îranê kete nava eniyê û şerê me û şerê Herêma Kurdistanê kir…

7- Li sala 1990 wê dema li gel Îranê şerê Partî kir zarokên biçûkên nava landikê de şewitand li gundê Mêroz û dûbare dirêjahiyê da karê têkdana gundên me wekî Seddam Husên.

8- Li gel destpêka aloziyên Suriye, PKK û PYD li eniya Esed rawestan û parastinê li mayîna rejîma Be’es kirin, ew dewlet û rejîma ku nasname jî nedida Kurdan…

9- Şûna wê yekê ku xema parastina Kurdan bê rabûn wan Kurdên ku bîr û baweriya wan bi Kurdayetiyê dihat teror kirin…

10 Li Amude zarokên Kurdan kuştin û kesek jî ji wan re negot berê çavê we reşe..

11- Hemû ew alîkarî û yarmetiyên ku ji bo xelkê Rojava dihatin şandin û xelk bi tu awayekê ji wan sûdmend nekir…

Eve jî bersîva me ya Partî bû ji bo karên wan:

Li sala 1984 wê dema PKK neçar bû bibê Partiyeke çekdarî, Partiya Demokrata Kurdistanê destpêkir xwarin û û çek ji bo wan dabîn kir, tenê li ber Tirkiyê rawesta û amade bû bi hemû hêzek ve parastina wî bike…

Ji bilî wan hemû şerên ku li ser Partî da sepand, şûna wê yekê ku Partî wan terbiye bike wekî bav çav li şaşiyên xwe girtin û li sala 1995 wê dema hemû serkirdayetiya wan li newalek de hatibûn dorpêçkirin Partî paşvekişiya û nexwest wan ji nav bibe û daxwaza xebata Kurd li wê perçeyê de berdewam bibe.

Partî hemû hewlekî de ji bo pêkanîna pêvajoya aştî li Tirkiye û hewlan de serê wan girt…

Şûna wê yekê Saleh Muslîm bê siza kirin li ser kuştina xelk û kadîrên Partiyên dinê Kurdî li Rojava li Hewlêrê ve berev hemû cîhek seferê dikir û rêza serkirdeyekî Kurdî lê dihate girtin ji ber ku Partî pê wiha bû dibe zilam, lê belê mixabin nebû…

Partî alîkariyê komdikir û sînoran vekirin û Kurd ji tirsa partiya Saleh û rejîma Esed direviyan, himbêz kir û bi hemû şiyanek ve hevkariya wan dike…

Hun hukim bidin kijan ji wan pêwîstiya wê yekê heye bê terbiye kirin em yan ew ?

Qehreman Osman

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: