Civak

323 xanî ji bo kirênişîn û hejarên Soranê dirust dikin

Giranbûna nirxa zevî û xanî û paşketina projeyên nîştecîhbûnê û dabeşnekirina zevî li ser welatiyên sînorê bajaroka Soran de, runiştvanên Soran nîgeran kiriye û Qaymeqamê Soran jî dibêje, 143 xanî li jêr dirustkirinê dane û 180 ê din jî ji bo kirênişînên Soran tê dirust kirin. 

Aborînasek jî balê dikşîne li ser wê yekê ku bi sedema dabeşnekirina zevî û dirustnekirina projeyên nîştecîhbûnê ya ji bo hejaran, kirêya nirxê xanî û zevî li Soran bilind dibe. 

Qaymeqamê Soran Kirmanc Îzzet ragihand niha li Soran 143 xanî (Şuqe- Daire) têne avakirin û divê meha 4 sala 2014 li gor wê peymana li navbera me û kompanya heye bê temam kirin. Her wiha zevî ji bo 180 xaniyên din hatine kirin û dest bi dirustkirina wan xaniyan jî tê kirin.

Back to top button