Kultur

Hovîtiya Kemalîzmê li dij berhemên mêjûyî

Ez ê hovîtiyeke Kemalîzmê ya li dijê navê Kurd û Kurdistanê di behemeke mêjûyî de kiriye bikim. Herweha vê rûreşiya wan jî, pêşkêşê Raya Giştî ya mirovatiyê dikim.

Kitêbeke mêjûyî bi navê KITAB-I DIYARBEKIRIYAN ku ji aliyê Ebu Bekir el Tirhranî el Esfehanî ve bi zimanê farisî di salên 1445-50 de li ser Mîreş (Karakoyunlular) û Mîsipiyan (Ak Koyunlular) hatiye nivîsandin heye….

Bergê pirtûkê yê ku bi tîpên erebî û bi zimanê farisî hatiye nivîsandin.)

Min ji zû ve hisa wê pirtûkê hildabû ku orijinala wê li bajarê Besrayê li ba ebûqatekî ye.
Min li ser wê yekê nameyek ji Partiya Demokrat a Kurdistanê re (1986-7) ji bo bidestxistina pirtûkê jî hinartibû. Lê belê derfeta ku ew pirtûk bi dest ketibûna wê demê nebû.

Sal 1993, min bihîzt ku Saziya Mêjûyî ya Tirk (Turk Tarih Kurumu) herdu cildên pirtûkê di 1993an de çap kiriye. Lê belê sextekariyeke wisan mezin tê de kirine ku li kêm deverên dinyayê tê dîtin.
Kesên ku pirtûkê amade kirine yek Necati Lugal e û yê din jî Faruq Sumer e.

Ew sextekarî ev e: Di cildê ewil de beşa ku li ser Kurdan hatiye nivîsandin, di naveroka wê ya di rûpela pêncan de navê Kurdan heye û nimreya rûpela nava pirtûkê jî 214 destnîşan kirine. Lê gava mirov rûpelan vedike, rûpel ji 208 davêje 224an. Yanî rûpela 209 hetanî 223yan ji nava pirtûkê derxistine.
Ew rûpelên ku nivîskarê mêjûyî Ebu Bekir el Tirhranî el Esfehanî  li ser Kurdan nivîsiye, Saziya Mêjûyî ya Komara Kemalîzmê gava pirtûkê wek çapa duyem ku di 1993an de ji nû ve çap kiriye, ew rûpel ji nava pirtûkê derxistine.

 Rûpel 9 ku reqema wê bi ya ROMAyî “IX” 9 hatiye destnîşankirin

De îcar ji xwe re lê binerin ku sîstema Kemalîzmê çi hovîtîtiyên kesnedîtî li pêşber navê Kurd û Kurdistanê di berhemên mêjûyî de dike!
Lê belê di nava pêşgotina pirtûkê de ku bi zimanê tirkiya nû ye, tê de çend car navê Kurdistanê hatiye dubarekirin. Helbet ev jî êdî ji wan re dest nedaye herdu mêrxasên Kemalîzmê ku bi temamî wan navan sansor bikin.

Herdu cildên pirtûkê, 650 rûpel in. Di piraniya beşên di van rûpelan de gelek caran navê Kurd, yê Kurdistanê û navê piraniya bajarên kurdnişîn ku niha wek bajarê Kurdan têne xuyakirin, hene û dibare bûne.

Herweha di sernavê wêne 5 de, navê behsa fetha keleha Kurdistanê jî bi awayekî eşkere hatiye kirin.

(WÊNE 5: Rûpelek ji cildê diduyan, jimar 543 ku wek sernav vegirtina keleha Kurdistanê nivîsiye)
 
Navê Cizîra Botan jî berî ku Ereb nav biguherînin û bikin “Cezîte-Ul Îbn Umer” jî wek “Bext” hatiye nivîsandin.

Ev du lehengên Kemalîzmê ku texrîbat di vê pirtûka mêjûyî de kirne ev in:
1- Necatî Lugal, ji Terebzonê ye, herweha wî li Mekteba Leşkerî ya Kuleliyê mamostekî jî kiriye, bi erebî û bi farisî jî dizanibûye. Dema ku Mele Seîdê Kurdî li Dadgeha Denizliyê dihate darizandin jî, pirtûkên Mele Kurdî werbêj kirine ka tiştekî li dijê dewletê tê de heye yanena.

2- Faruk Sumer, di 1924an de li Bozkira Konyayê hatiye dinyayê. Li ser mêjûya Tirkan xebat kirye. Di nava berhemên wî de navê “Kitab-ı Diyarbakriyyan” jî derbas dibe.

Divê doz li van herdu texrîbatkaran were vekirin ku vê pirtûka mêjûyî bi zanîn hedimandine û bi vîna xwe ya nijadperestiyê liviyane.

Ew herdu cildên pirtûka KITAB-I DIYARBEKIRIYAN niha li devereke êmin têne parastin, da ku wek belge ji bo pêşeroja mêjuyê werin hêvişandin.

Min serpêhatiya vê pirtûkê bi zimanê trikî di 1993 an 94an de, li rojnameya Medya Guneşiyê jî dabû weşandin.

Bi hêviya ku rewşenbîrên Kurd, xasama jî ciwanên nûhatî, li ser berhemên wisa rawestin û tiştê ku me, nivşên pêşiya me nekirine bikin û xwedîtî li pîroziyên bav û kalên xwe bikin.

Stockholm 29/ 10/ 2013

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button