Polîtîk

Bila hilpijartinên Iraqê bibe destpêka qonaxek nû

 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê, îro 28.10.2013ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li  Monsieur Denys  Gauer sefîrê Fransayê yê Îraqê kir û di civînekê de çend mijarên giring û aktuel di rojeva Kurdistan, Îraq û hermî de nirxandin.

Di civînekê de ku, konsulê Fransayê yê herêma Kurdistanê jî amade bû, sefîrê Fransayê yê Îraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li serokwezîrê Kurdistanê kir û wî ew hilbijartin bi pêngaveke giring  ji bo herêma Kurdistanê û tevaya pêvajoya siysiya Îraqê wesif kir. Sefîrê fransî got jî ku, rêjeya bilind a beşdarbûnê di pirosesa dengdanê de û sîstema lîsteya vekirî bo dengdanê derfetek giring bû ji bo hevwelatî bikare biryara xwe bide û deng bi kandîdê xwe bide.

Di civînê de pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa siyasî û emnîya Îraqê gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de sefîrê Fransayê got ku, civaka navdewletî li hember têkçûna rewşa emnî li Îraqê dilgiran e.

Her du aliyan qanûna hilbijartinên Îraqê ku, nuha li parlamnetoya Îraqê tê minaqeşekirin û neyekdengî li ser heye û encamdana hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, biryare di bihara sala bê de bê kirin behis kir û her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, pêwîste hilbijartinên parlamnetoya Îraqê di dema xwe ya qanûnî de bên kirin û ew hilbijartin bibin destpêka qonaxeke nû di siyaseta Îraqê de.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, ew kêfxweş e hijmareke zêde ya kompaniyên fransî li herêma Kurdistanê di warên cuda de kar dikin û piştgiriya hikûmeta herêma Kurdistanê bo kar û çalakiyên wan kompnaiyên fransî nîşan da. Serokwezîr got ku, herêma Kurdistanê pêwîstî bi îmkan û pisporiya kompaniyên mezin yên navdewletî heye daku, li gor siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê di warê avadankirinê xizmetên zêdetir pêşkeşî hevwelatiyan bikin.

Back to top button