Cîhan

Preskonferensa serokwezîr û wezîrê derveyê Îtaliyayê

Wezîrê derve yê Îtaliyayê Pawlo Çêntîlonî bi serdaneke fermî gihşte herêma Kurdistanê û îro roja duşemiyê 22.12.2014ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin û paşî di civînekê de hijamreke pirsên giring û aktuel di rojeva herêma Kurdistan û Îraqê de nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî behsa pêşhatên dawiyê li bereyên şerê dijî terorîstên DAÎŞ û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li devera Şingalê kir û ji bo wê hevkarî û alîkariya ji bo xelk û hikûmeta herêma Kurdistan dikin sipasiya Amerîka, welatên Ewropayê û hevpaymaniya navdewletî kir.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa rewş û jiyana koçber û penaberên li herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste bilezgînî civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî hevkarî û alîkariyan bigihînin koçber û penaberan bi taybetî niha demsala zivistanê ye û ew di rewşeke dijwar de dijîn.  Barzanî sipasiya sopasalarê Îtaliyayê kir ku, her ji destpêkê, piştî êrîşên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê, serdana Hewlêrê kir. Serokwezîrê Kurdistanê silavên xwe ji serokwezîrê Îtaliyayê re şandin.

Barzanî got ku, pêwîstiya herêma Kurdistanê bi Îtaliyayê heye ku ew bi rêya xwe dewletên ewropayî teşwîq bike heta ku, di pira bijênosîdanaskirina karesata êzidîyan de li ser astê cîhanê, alîkarî û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîr behsa lihevhatina Hewlêr û Bexdayê kir û hêvî xwest ku, ew lihevhatin bibe hokarek ji bo çareserkirina timama pirsgirêkan li ser esasekî rêalîstî û piştgiriya herêma Kurdistanê bo serokwezîrê Îraqê û hikûmeta nû ya Îraqê diyar kir.

Wezîrê derve yê Îtaliyayê serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê yên li devera Şingalê bidest xistina pîroz kirin û behsa rola ber bi çav a kurdan di hevpeymaniya navdewletiya dijî terorê de kir û ew rol bi rolekî giring wesif kir.  Wezîrê derve yê Îtaliyayê got ku, welatê wî amadeye bi her awayî hevkariya herêma Kurdistanê bike û diyar kir ku, berî niha jî Îtaliyayê di warê însanî û leşkerî de hevkarî û alîkariya herêma Kurdistanê kiriye û rojên bên ew alîkarî berfirehtir dibin û di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de Îtaliya bi awayekî dîrekt hevkariya Kurdistanê bike.

Wezîrê Îtaliyayê behsa wê yekê jî kir ku ew deverên ji bin destê terorîstên DAÎŞ tên azad kirin, Îtaliya amadeye wan cîyan avadan bike û di vî warî de Îtaliya xwedî tecrûbeyeke zengîn e.

Şandeya mêvan behsa têkeliyên navebra herêma Kurdistan û Îtaliyayê kir û got ku, ew lêdixebitin ofîsa xwe ya diplomasî ya Hewlêrê di demek nêzîk de bikin konsulxaneya giştî û parlamentoya Îtaliyayê biryar lis er vê pirsê daye.

Piştî civînê, serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Îtaliyayê di preskonferensekê de naveroka civîna xwe eşkere kir û bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Di destpêka civînê de serokwezîrê Kurdistanmê got:

– Em îro  kêfxweş in pêşeaziyê li wezîrê derve yê Îtaliyayê dikin, weke hûn jî dizanin piştî terorîstên DAÎŞ ber bi herêma Kurdistanê hatin, serokwezîrê Îtaliyayê ji kesên yekemîn bû ku sernana Hewlêrê kir û piştî wî jî sopasalarê Îtaliyayê serdana me kir. Îtaliya weke beşek ji hevpeymaniya navdewletîya dijî terorê, di warê çek, cebilxane û alîkariyên însanî û leşkeî de alîkariya herêma Kurdistanê kiriye. Me di civîna xwe de behsa wan mijarên peywendî bi herêma Kurdistan û Îtaliyayê ve heye kir, herwesa, behsa ew alîkariyên Îtaliya bo herêma Kurdistanê dihinêre hate kirin.

Wezîrê derve yê Îtaliyayê di axaftina xwe de serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê pîroz kirin û got ku, serkeftinên Şibgalê di warê moral de tesîreke mezin li ser raya giştî dirust kiriye:

– Me civînek gelek girin û bi sud digel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hebû. Ez hez dikim di destpêkê de, ji bona wan serkeftinên mezin yên li Şingalê bi dest xistine pîrozbahiyê li birêz Nêçîrvan Barzanî bikim. Ev serkefitin di warê moral de gelek giring bûn, ji ber ku, dilgiraniyek li ba raya giştî çê bibû, ji ber hindê rizgarkirina Şingalê ji aliyê pêşmerge ve di warê moral û semolîk de gelek giring bû.

– Me behsa hevkeriyên hevbeşên, di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî dijî DAÎŞ de, di navbera me de hene kir, bi taybetî alîkariyên leşkerî. Her ji roja yekemîn me tîmeke mamoste û rahînerên serbazî şand herêma Kurdistanê û niha 38 ji wan gihiştine herêma Kurdistanê û di paşerojê de hijmara wan dê bigehîje 280 mamoste û rahînerên leşkerî û pêşmergeyê Kurdistanê fêrî bikaranîna wan çekên Îtaliya hinartine bikin. Herwesa me behsa alîkariyên însanî jî kir û jiber wê hijmara zêdeya koçber û penaberan barekî giran li ser herêma Kurdistanê heye.

Wezîrê derve yê Îtaliyayê ew yek eşkere kir ku, ew balefirên barhilgir yên alîkariyan ji Îtaliya bo herêma Kurdistanê vediguhêzin pêşiyê li Bexdayê dadikevin û paşî ber bi Hewlêr difirin. Ev yek li ser daxwaza Îraqê ye û ”Em vê daxwaza Îraqê fêm dikin”

Di bersiva pirsekê de li dor rewşa Deşta Nînewa û rizgarkirina wê deverê, Nêçîrvan Barzanî got ku, bêy encamdan operasyona azadkirina Mûsilê, ev dê karekî zehmet be, ya giring ewe;  dema ew dever tên azad kirin û koçber bo ser mal û milkên xwe tên vegerandin ya giring parastina wan ya piştî azadkirina deverên wan e. Eencamdana operasyona azadkirina Mûsil karekî zehmete, lê yek ji karên me yên pêşîn vegerandina wan koçberane, lê em nikarin dema vegerandina wan diyar bikin.

Wezîrê derve yê Îtaliyaê beha wan çekên bi herêma Kurdistanê daye kir û got ku, Îtaliya roketên RBG û dijetank bi herêma Kurdistanê dane. Herwesa balefirên Îtaliyayê Tornado û balefirên bêpîlot ji Kwêtê çalakiyên leşkerî encam didin û parlametoya Îtaliyayê jî li ser razî bûye.

Nêçîrvan Barzanî behsa tyêkeliyên digel Bexdayê kir û got:

– Li ser dema hikûmeta berê ya Îraqê Kurdistan di rewşeke dijwar de derbas bû. Nuha hikûmetek nû li Îraqê heye û em bi wê hikûmetê a bi serokatiya birêz Ebadî geşbîn in. me qonaxeke nû ya têkeliyan dest pê kiriye. Ebadî dê serdana herêma Kurdistanê bike lê hêşta dema serdanê nehatiye diyar kirin.

– Me meha borî serdana Bexdayê kir digel Bexdayê lihevhatinek îmza kir. Li gor wê lihevhatinê herêma Kurdistanê dê rojê 250 hezar bermîlên nefta xwe û 300 hezar bermîlên nefata Kerkûkê bi rêya boriya herêma Kurdistanê bo derve bişên. Bexda jî pêwîste 175% budceya herêma Kurdistanê binêre.

Di bersiva pirsekê de li ser rola pêşmerge, wezîrê dcerve yê Îtaliyayê got:

–  Em rola pêşmerge bilind dinirxînin û pêşmerge li şûna hemû cîhanê bi hevkariya hêzên asîmaniyên hevpeymaan şerê DAÎŞ dike, ev yek ne bi tenê dîtina min e, lê ev dîtina raya giştî ye. Em beşdariya pêşmerge di şerê Kobanê de jî bilind dinirxînin û hevkariyeke başe ji bowan şervanên li wir in.

Back to top button