Nivîsar

Kurdên biketina Şingalê dilxweş û biazadkirina wê dilteng

Yek ji rebenî û xulîsrîya me kurdan ewe ku gelek caran, armancên xwe yên stratejîk dikin qurbanî armancên taktîkî, û berjewendîyên çarenvîs û neteweyî dikin qurbanî berjewendiyên kesayetî, eşîrtî, mezhebî û hizbî.

 Ketina Şingalê û helwestê hindek hizib û rêxistinên kurdan baştirîn mînakin ji bo vê axivtina me, me hemûyan dît di wan rojên tengav û pirrî derdesrî da li destpêka meha (8) tebaxa  îsal ka çawa ew hêrişa dijwar û hovan ya DAÎŞ bi dirêjîya 1100 km li dijî Kurdistanê destpêkir û gelek xelkê me ji pêşmerge û sivîlan bi destê terorîstên dagîrker hatin şehîdkirin û revandin û gelek devrên Kurdistanê jî ji aliyê wan ve hatin dagîrkirn, ji wan jî Şingal bû.

 Di vê delîva teng da, xelkê Kurdistanê bi pêşmerge, sivîl,  xanenişîn û karmend ve dest havête çekî û berê xwe dan berokên şerî ji bo parastina gel û welatê xwe. Lê gelek mixabin, hindk hizib û rêxistinên kurdan, ku xwe bi hêzên mezin û xudan karîgerî jî dizanin, li şûna hest bi erkê xwe yê neteweyî bikin û wekî hemû xelkê Kurdistanê xwe pavêjn di xendekên bergirîyê de û şerefa parastina wlatê xwe werbigrin, wekî zornayeka zirr û neşaz berê hemû TV û dezgayên xwe yên medyayê wergêran û şûna wan li dijî dagîrkerên wlatê xwe bikarbînn, berê wan dan hêzên bergirîya Kurdistanê û wek boqekê di xizmeta taborê pêncê yê dijminî da bikarînan û siyastfiroşên wan bezîn ser kanalên TVyan û gelek bi kêf û dilferhî digotin: hahaha pêşmerge revî, Partî Şingal teslîmî DAÎŞ kir, pêşmerge jin û keçên Şingalê hêlan di destê DAÎŞ da, pêşmerge hêzka şikestî û neşêt bersînga DAÎŞ bigrît!! helebt hindek ji TVyên ser bi Partîya Demokrata Kurdistanê jî ve, li jêr navê azadîya hizir û bîran, bi nezanî derghên xwe bo van siyastefiroşên taborê pêncê vekirin!

 Ji encamê vê hêrîşa bêbexta navxweyî, tirs û rev ket nav xelkê bajêrên Kurdistanê, bi taybetî Duhok û Hewlêrê û geleka ji bo revê xwe karxweş kir. Ez bi piştirastî ve dibêjim ku eger DAÎŞ bi milyonan pare mezaxtiban di vê delîva nazik da  nedişiyan vê karîgrîya xirab li Kurdistanê bikin ya vê hêrşa medyaya navxweyî kirî.

 Ev hemî çû û derbaz bû, belê ya hêşta ji wê jî ecêbtir eve ku ev çend rojeke hêrîşa pêşmergeyên Kurdistanê bi serokatiya serok Barzanî  bo rizgarkirina Şingalê destpêkirî  heta ku Şingal rizgar bû, lê ew dezgayên di dema ketina Şingalê da bibûn zorrna taborê pêncê, îro wesa bêdengin dê bêjî  ew di guhê gay da dinvistîne, ne li minê û ne li teyê. Ne nûçeyekê li ser destkeftiyên pêşmerge, ne şirovek, ne sirûdka şoreşgêrî û ne jî kes ji wan siyastfiroşên ku bi rojan liser wan kenalan keniyeke ehmeqane dikir ji bo ketina Şingalê, îro didiyar nînin û diberze û bêdngin, da em bizanîn kanê gelo hesta wan çîye beramber rizgarkirina Şingalê yan çima berovajî hemû xelkê Kurdistan,  ew li hember rizgarkirina Şingalê diltengin!

 Mixabin, van hizib û rêxistinan sêka medyayên erebî jî, ku dijminên me ne, pûte neda van serkevtinên pêşmergeyî.

 Aha ev helwîstên nesax û nebaş gomanê bo mirovî çêdikin, belkî mirovî piştirast dikin ku ew daholqotana wan ne ser xatira xelkê me yê Şingalê bû, lê armanca wan şikandin û bêrûmetkirina pêşmrge û şikandina morala xelkê Kurdistanê û reşkirina navê PDKê bû ya ku desthllatdare li wê devrê. Ev jî wê çendê bo me diyar dike ku li gorî lojîkê wan yê seqt, wan pêxweş bû DAÎŞ heta Hacî Omeran û Zaxo bihata, madem dê PDK pê jinav biçe!

 Eger wesa nebît û raste ew qarqara wan ji bo Şingalê û xelkê wê bû, panê aha ev Şingal û xelkê wê bidestê pêşmergeyên Kurdistanê û serokê wê rizgarbûn, pa ka dengê we, kanê şadî û destxweşiyên we, kanê siyastfiroşên we, çima li ser ekranên TVyan diyar nakin? Eger raste hûn hind xemxorên Şingalê û xelkê wê bûn, çima nuha hûn bi rizgarkirina wê mit û bêdng û ne dilxweş in?

 

Rizgar Kêsteyî/War

Back to top button