Polîtîk

Ji nava ENKSê hatin avêtin

Eniya Niştimaniya Kurdên Suriye 3 partiyên endam ji nava xwe derxistin.

Wek tê zanin piştî peymana Duhokê ENKS û TEV-DEM jib o desteyek hevbeş civînên xwe pêkanîn. 3partî di nava ENKSê de li gel PYDê hevkarî dikiran. Dema jib o hilbijartinên desteya hevbeş van hersê partiyan dengê xwe dan PYDê û nedan hevalên xwe. Bi vê yekê helwesta wan êşkere bû.

Piştî vê bûyerê ENLS civînek li darxist ev hersê partî ji nava refeên ENKSê derxistin.

Piştî vê biryara ENKSê endemetiya nûnêrên van her sê partiyan di nava Lêvegera Siyasî de nema û endametiya wan ket. Şûna wan 3 endamên din ji aliyê ENKSê ve hatin destnîşankirin.

El Partî, El Wehde, El Wîfaq, 3 partine ku her çikas di nava ENKSê de bûn jî lê pişgirya TEV-DEMê dikiran.

Sekreterên Tevgera El Qîfaq: Fewzî Şengalî,Sekreterên El Partî: Nesredîn Îbrahîm(Gurbek ji El Parti cuda bûye lê her ew nav bi karaniye) Cîgirê sekreterê El Wehde: Mistefa Meşayix.

Back to top button