Civak

Hikûmeta Kurdidstanê cejina mesîhîyan pîroz dike

Civata wezîrên herêma Kurdistasnê, bi minasibeta hatina cejina jidayîkbûna hezretê Mesîh li tev mesîhîyên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dike û ev li jêr teksta peyama pîrozbahiyê ya civata wezîrên herêma Kurdistanê:

Em cejina jidayîkbûna hezretê Mesîh (silavên Xwedayê mezin lê bin) ji dil û bi germî li hemû xwîşk û birayên xwe yên mesîhîyên herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê, û bi taybetî li mesîhîyên koçberên şerê terorê pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejin bi xweşî û aramî derbas bibe û cejinên bên jî, cejinên vegerandina îstîqrar, pêkvejiyan, aşitî û jinavçûna terorîstan li timama herêma Kurdistan, Îraq û cîhanê be.

Mesîhîyên Kurdistanê ji kevîn de digel pêkhateyên din yên olî hertim bi biratî, bi hevre bi xweşî jiyane û di xweşî û nexweşiyan de, di xebat û qurbanîdanan ji bo bidestveanîna azadî û serferaziyê de beşdar bûne, ji ber hindê buha û pirensîpên lêbihurîn, hevduqebûlkirin û bihevrejiyanê bûne cîyê şanazî û semboleke diyar û geş a herêma Kurdistanê û cîyê balkêşan û hurmeta cîhan û civaka navdewletî ye.

Careke din cejina jidayêkbûna hezretê Mesîh (silavên Xwedayê mezin lê bin) li timama xwîşk û birayên mesîhî pîroz be û hêvîdarin cejinên bên bi xweşî û şadî li ser cîyên xwe, li ser mal û milkên xwe dûr ji tirs û terorê pîroz bikin

Civata wezîrê herêma Kurdistanê
24.12.2014
Hewlêr

Back to top button