Nivîsar

Pîvana kurdeyatiyê çîye?

 Eger di rastiya xwe de partî û aliyên siyasî û heta hemû siyasetmedar ji bo destkeftina mafê rewa yê Neteweyê kurd siyasetê dikin, pîvana welatparêziyê û kurdpeweriyê gelekî hesanîtir dibe.Gelek cara behsa serxwebûna Kurdistanê hatiye kirin. Lê her tişta bête kirin û her gava bê avêtin li gora mercên tevgera siyasî têre derbas dibe xwedî girîngiyekiye. Îro pirs ne behskirina serxwebûna Kurdistanê ye.  Ev babet ketiye di rojeva kurda, dewletên herêmî û cihanê de.Di qonaxa em têrê derbas dibin û herweha li Başûrê Kurdistanê şerê li dijê DAÎŞê li ser xaka Kurdistanê hatî dayin û pakijkirina teroristên DAÎŞê ji Kurdistana Başûr rewşek gelek zîz û taybet derêxistiye hole. Ev jî dibe pêvajoya ragihandina dewleta Kurdistanêye.Tê zanin ku gelek astengên mezin di rêya serxwebûna Kurdistanekî li Başûrê Kurdistanê heye. Lê dema hinek aliyên siyasî yên ku xwe kurd dibînin yan jî kurdin van astengiya gêrêdayê siyaseta dewletên herêmê peyda dikin, ev dibe tiştek din û ji hemû qalibên kurdeyatiyê derdikeve û navek din lê tê kirin. Vêca herkes li gora xwe û li gora edebiyata di siyasetê de bi kar tine van aliyan dikare bi awayekî nav bike.Li Başûrê Kurdistanê pêwendiyên taybet yên Tevgera Goran û Malikî li ser bingehê rêbirîya serxwebûna Kurdistanê hatine avakirin. Lê Gorran ji bo helwesta xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê vê yekê vekirî naynê ziman û sedemên pûç dide pêş.Ji aliyek din YNK di nava xwe de ne zelale. YNK piraniya cara girêdayê siyaseta Bexda hereket dike û di bandora Îranê de ye. Lê beşek ji YNKê ne li gel vê siyaseta li dijê serxwebûna Kurdistanê ne. Dê ev yek çi rolek erênî ji bo prosesa serxwebûnê bileyze ne zelale.PDK  gelek vekirî li gel hemû dam û dezgehên xwe serxwebûna Kurdistanê diparêze û ji bo vê yekê kar dike. Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di vê derbarê de siyasetek hêja rêve dibe û ji bo gihandina vê armanca pîroz her tiştekî dike.PKK bi hemû derdora xwe gelek vekirî li dijê ragihandina dewletek Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê ye. Bi hemû awayî hewldide ku di vê pêvajoyê de astengên mezin peyda bike û heta radeyekî şerê aliyên serxwebûnê dixwaze bike û dike jî.PKK û derdora xwe di nava hewldaneki de ye ku, rojeva serxwebûnê biguherê û rojevên demikî çêbike û bide pêş.Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hinek guhertina di desturê Tirkiye de 16ê Nîsanê referandum pêktê. Erê yan Na derkeve ihtimala ku hinek guhertinên di dezgehên dewletê de peyda bibin bandora xwe di aliyê civakî de, li kurdên Bakur bike. Lê ne tiştên bingehîne. Ji ber ku ne Erê ne jî Na, ne ya kurdaye.HDP Na kiriye pirsek ku hemû rojeva siyasî li Bakur dagir kiriye. Vê yekê  ji bo armancek ne diyar dike.Pîvan kifşe û gelekî zelale. Di vê qonaxa siyasî de ew ali û hêzên astenga di rêya ragihandina dewletek Kurdistanî li Başûr de çêdikin, nabê ku bi çavek aliyên Kurdistanî bêne nirxandin.Berpirsek yê YNKê di daxûyaniyekî de dibêje: PDK li Hewlêr û Dihokê serxwebûnê radigihîne. Silêmanî ne di nav de ye.Yek demana azadiyê ji bo gelê kurd heye . Ew jî ragihandina dewleta Kurdistanê ye. Wek din her çareseriyên din , demikîne û tu demana wan ji bo azadiya kurda tuneye.Pêvajoya serxwebûnê bepirsek dîrokî daniye li ser milê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî.Ev pêvajoyek dirokiye. Barzani dê heta gava dawî ji bo vê armanca pîroz hewl dide û wê bide jî.Bila Kurdistanek serbixwe bê ragihandin , bila li  4 gundên Kurdistanê be. Bi dehan dewletên serbixwe li cîhanê hene ku ne wek bajarê Dihok yan Hewlêr berfirehin.Serokê Kurdistanê bi awayek fermî pirse referanduma serxwebûnê ji sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtu(NY) Antonio Guterres re gotiye.Proses bi vê gotinê ketê praktikê de..31.Adar.2017Dara Bilek 

Back to top button