Polîtîk

PKK: Nabe Herêma Kurdistanê ala xwe li ser Kerkûkê ferz bike

Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK/KCK) helwesta xwe derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê ragehand ku helwesta wê jî, weke ya Îran û Tirkiyê ku, alaya Kurdistanê ya li bajarê Kerkûkê hatiye bilindkirin nûneratiya hemû xelkê nake û bilindkirina wê li wî bajarî şaş e.Endamê Desteya Serokatiya Koma Civakên Demokratîka Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu di derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê de, ragehand ku, ew danpêdanê bi alayê nakin û nabe ew alî wê alayê li ser xelkê ferz bike.Herwiha Karasu dibêje ku, alaya ku nûneratiya konfidralîzma demokratîk bike û ji aliyê xelkê ve were qebûlkirin PKK jî wê qebûl dike, li Başûrê Kurdistanê ew ala di çarçoveya federaliyê de hatiye naskirin û hewl didin ku, bilindkirina wê yesayî bikin.Wî berpirsê PKK aniye ziman ku, neteweyek serweriya xwe li ser xaka xwe bisepîne û bibêje ew alaya me ye û bi ser hemû xelkê bisepîne tiştekî şaş e û têkdanek e, eger bibêjin ew ala nûneratiya hemû xelkê dike ew kar kareke ne rast e.

Back to top button