Pirsgirêk ne di navbera PDKê û PKKê de ye!
Eve demek dirêje li ser rewşa başûrê Kurdistanê û şerê Artêşa Tirk û çekdarên PKKê tê gotubêj kirin. Gelek kesayetên siyasî vê pirsê li ser medya civakî gotubêj dikin û herkesek li gora xwe, lê mixabin piranî ji rastiyê dûr hinek nirxandina dikin û hewldidin berê raya giştî bidin bayekî ku tu berjewendiya wê ji tevgera azadixwaz a Kurd re tuneyî.
Gelek bi zanebûn piraniya xelkê vê yekê wek pirsgirêkekî di navbera du aliyan de gotubêj dikin. Lê di rastiyê de pirsgirêk ne navbera du aliyan de ye. Yanî ne navbera PDKê PKKê de ye. Pirsgirêk nevbera PKKê û xelkê başûrê Kurdistanê de ye, pirsgirêk di pêşerojê de behtir bê xûyakirin di nabera PKKê û hukumeta Iraqê de ye heta pirsgirêk navbera PKKê û hevalbendên wê li başûrê Kurdistanê de ye, pirsgirêk navbera PKKê û YNKê de ye.
Li başûrê Kurdistanê desthilatek heye, hukumetek û serokatiya Herêmê û parlementoyek heye.
Pirsgirêk di navbera PKKê û desthilata Kurdistanê de ye. Ji ber ku, PKK desthilata Kurdistanê nas nake û rêzê li qanûn û biryarên hukumeta Kurdistanê re nagire. PKK hewl dide pirsgirêka xwe navbera xwe û PDKê de bide nîşandan , da ku sedemekî ji têkçûna xwe re bibîne.
Niha li vê derê pirsek derdikeve holê:
Gelo ew kesayet, aliyên siyasî yan jî her kî be ku, PDK di vê derbarê de tawanbar dikin dê bi cesaret û wêrekî bikaribin bersiva van pirsan bidin ?
PIRS: Pêwendiya PKKê bi awayekî dezgehên dewleta Tirk a Kûr re heye yan tuneye?
PIRS: Pêwendiyên PKKê li gel hukumeta Iraqê û milîsên Heşda Şeibî re heye yan na?
PIRS: Pêwendiyên PKKê li gel Rejima Îranê û dezgehên wê yên îstixbaratê heye yan na?
PIRS: Pêwendiyên PKKê li gel rejima Surî heye yan na?
PIRS: PKK rêxistiyek Kurdistaniya yan na?
PIRS: PKK li gel çepên Kemalistên Tirk di nav koalisyonekî de ye yan na?
Eger herkesek xwe bi rastî niştimanperwer dibîne bi awayek zelal bersiva van pirsa bide, dê rastiya heyî jî bibîne.
Di vê demê de,herkes dizane ku, dewleta Tirk û PKK gelek bi zanebûn armanca dagirkirina Kurdistanê şerê xwe yê qirêz birine başûrê Kurdistanê. Ji bo rêxistinek ku wek PKKê bi destê xwe bi gotina Ocalan”15 hezar ciwan ” di nav Xwe de înfaz kiribin” fedakirina bi dehan ciwanên Kurd ji bo wan ne girîng e. PKK ciwanên Kurd bi destê Arteşa ji holê radike.
PKK bi hemû hêza xwe ya medyayê, bi hemû dam û dezgehên xwe şerê PDKê dike.Rojane medya PKKê bi zimanê berpirsên PKKê, PDK û Barzaniyan bi xiyanetê itham dikin. Gelek propagandeyek derew dikin û dezenfarmasyona belav dikin. Başe PDK li himber vê yekê çi dike. Deng nake û PKKê di vê derbarê de muxatab jî nagire. PKK ji bilî şerê medyatîk, li başûrê Kurdistanê dest çalakiyên teroristî dike. Êrîşê dezgehan dike, gelek deveran dişewitîne û li gora akilê xwe dê PDK bi van kiryaran aloz bike.
Li vê derê pirs ne helwesta PKKê ye. Helwesta wan a dijberiya dewletbûna Kurda eşkereye û vekirî dibêjin em rê nadin ku li başûrê Kurdistanê dewleteka netewî ya Kurda bê avakirin.
Gerek her kesayetek niştimanperwer li vê derê niqteyekî deynê û rastiya heyî û leyiztika bi destê PKKê tê leyiztin bibîne. Heta wek vê gavê hinek akilmend(!) ku, bi temamî ji rastiya Kurdistanê dûrin behsa wê yekê dikin ku bila PDK û PKK li hev bicin û li hevwerin , da pirsgirêka heyî çareser bikin. Ew mejiyê ku îro di vê pêvajoyê de behsa vê dike, eger biçekî dirûtsbin ,bila ewilê behsa helwesta dijminatî ya PKKê bikin, behsa rastiya heyî bikin ,piştre behsa li hevrûniştina bikin. Herweha hinek dezgehên girêdayî PKKê û dîlê siyaseta PKKê jî wek KNKê û DEMê dibêjin: Em dixwazin PDKê re rûnin lê bersiva me nadin. Tu rojane kesekî bi xiyanetê itham bikî û siyaseta PKKê rêve bibî û rojane di medya PKKê de behsa xiyaneta Barzaniyan û PDKê bikî bi çi rûyî tu doza hevdîtina li PDKê dikî? Biçekî xwe ji dîlîtiya siyaseta PKKê bidin aliyekî û li himber PDKê bê ehlaqiyê nekin ka PDK li gel we rûdinê yan na? Nabê hun li ser ranê xelekê runin û tiliya bêxin di çavên wan de.
Gelo li rojavayê Kurdistanê PDK hebû ku, deverên wek Efrin, Serêkaniyê û Girê spî radestî arteşa Tirk kirin? Ev yek ji misyona PKKê ye.
Taybetî hinek rewşenbir û siyasetmedarên bakurê Kurdistanê, naxwazin xwe nêzikî pirsgirêka PKKê bikin û naxwazin PKKê rexne bikin. Heta wek vê gavê baweriya hinek aliyan heye ku li gel PKKê di hinek qadan de hevkariyê jî bikin.
Îro armanca PKKê aloz kirina PDKê ye. PDK xweda neke têkherê, herêma Kurdistana Başûr têk diçe, PDK têkherê destkeftiyên netewî Kurdistanî têkdiçin,PDK têkherê xwewna serxwebûna Kurdistanê têkdiçe.
Cardin rexnekirina hinek kêmasiyên PDKê tişteke, lê pişta xwe bidî siyaseta PKKê û PDKê rexne bikî dibe tiştek din. Eger siyasetmedar vê yekê nebînin dê bikevin kurtalek xirab û lewitî de ku tu cara jê neyên pakij kirin.
Li qada navnetewî birênin, serokê Herêma Kurdistanê li her welatekî wek serokê dewletekî tê pêşwazî kirin, Ala Kurdistanê li paytextê gelek welatan tê bilindkirin. Kurd ji vê sayê ji ithamên terorê têne şûştin û doza wan ya rewa dikeva rojeva cihanê de. Her carê dema weney Nêçîrvan Barzanî li tenişta serokê welatekî derdikeve wek kurd mirov pê serbilinde. Gerek em wek Kurd vê rastiyê bibînin û li gora wê jî tevbigerin.
Di bingehê xwe de PKK şerê vê gurura û serbilindiya Kurdan dike. Veca eger ev rastî neyê têgihandin,gelek zehmetî di têgihandina kesayetan a rastiyê de heye.
1.8.2024
Nêrîn/Şirove
N.Firat