Cîhan
Fermandarekî Pasdarên Îranê li Beyrûtê hat kuştin
Îsraîlê şeva 30î Tîrmehê êrîşî avahiyeke niştecihbûnê li Taxa Başûr a Beyrûtê kiribû ku tê serkirdeyê navdar ê Hizbullahê Fuad Şukir (Hac Muhsen) hatibû kuştin.
Li gorî ajansên nûçeyan ên Îranê, di êrîşa Îsraîlê ya şeva 30î Tîrmehê de, şêwirmendê leşkerî yê Îranê bi navê Mîlad Bîdî jî di heman avahiyê de hatiye kuştin.
Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan a Libnanê duhî gotibû, karên rakirina kavilan li cihê êrîşê berdewam dikin û hejmara kuştiyên êrîşê gihîştiye 6 kesan û eger heye ew hejmar zêde bibe.