Îran: Emê bersiva kujtina Haniye bidin
Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Emîre Seîd Îravanî got ku, “Kengî û bi awayekî ku em guncav bibînin emê bersiva kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye bidin”.
Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser daxwaza Îranê û bi piştgiriya Rûsya, Çîn û Cezayîrê bi civînek awarte civiya.
Îrwanî diyar kir ku “Haniye di encama çalakiyên terorîstî yên Rejîma Siyonîst a Îsraîlê de hat kujtin” û got: Ev êrîş berdewamiya teror û sabotajên Îsraîlê ye.
Îrwanî got ku di heman demê de rojevek siyasî ya Îsraîlê jî heye û dixwaze siya xwe bavêje ser hikûmeta nû ya Îranê. Îrwanî diyar kir ku Îranê êrîş bi tundî şermezar kiriye û got:
“Em li gor hiqûqa navnetewî mafê xwe yê xweparaztinê diparêzin”.
Îrwanî got ku ewê bi biryarî bersivê bidin “çalakiyên sûcdar û terorîstî” yên Îsraîlê û pabendbûna Îranê bi prensîbên hiqûqa navnetewî û peymana Neteweyên Yekbûyî piştrast kir.