Netanyahu: Me derbeke giran li hêzên wekalet ên Îranê xist…
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî ku Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye li Tehranê hat kuştin, navê Haniye neanî ziman û got, me derbeyeke giran li hêzên wekaletê Îranê da.
Netanyahu di daxuyaniya xwe de wiha got: “Kesên ku êrîşî Îsraîl kirine dê berdêlên giran bidin. “Em ji her cure gefan re, ji her cure senaryoyê re amade ne. Netanyahu îdia kir ku ew ji her senaryoyê re amade ne û destnîşan kir ku ji bo êrîşên li Xezeyê bi dawî bibin ji hundir û derve di bin zextê de ne, lê ew ê êrîşan bidomînin.
Netanyahu got ku rojên dijwar li benda Îsraîlê ne, Netanyahu got ku, welatê wî li dijî Îranê û eksena wê di şerekî hebûnî de ye. Netanyahu di axaftina xwe de derbarê kuştina Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye li Îranê de ti nirxandinek nekir.