New York Times: Xameney ji bo tolhildana Haniye fermana lêdana Îsraîlê da
Rojnameya New York Times a Amerîkî (NYT) li ser bingeha sê karbidestên Îranî ragihand ku rêberê olî yê Îranê Elî Xameney ji bo tolhildana kujtina Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Henîyye fermana lêdana rasterast a Îsraîlê daye.
Li gor 3 berpirsên Îranî, di nav wan de du endamên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê (Pasdaran), ku daxwaza veşartina navê xwe kirine, Xameney ev ferman doh danê sibê, demek kurt piştî ku Îranê mirina Haniye ragihandibû, aniye rojeva Civîna Lijneya Ewlekariya Bilind.
Îsraîl a ku li Şerîda Gazzeyê bi Tevgera Hemasê re di nava şer de ye, kuştina Haniye ne qebûl kir û ne jî red kir.
Tê zanîn ku Îsraîl di kujtina dijminên xwe yên derve de xwediyê dîrokek dirêj e, di nav wan de zanyar û karbidestên leşkerî yên Îranê jî hene.
Li gor rayedarên Îranî, yek ji bijardeyên li ser masê ew e ku ji Îranê û eniyên din ên ku Tehran li wir hêzên hevalbendên xwe hene, wek Yemen, Sûriye û Iraqê, ji bo zêdekirina bandorê, êrîşek hevrêz pêk bînin.
Rayedarên Îranê diyar kirin ku Xamaney ferman daye fermandarên Supaya Pasdaran û artêşa Îranê ku heger qada şer berfireh bibe planên êrîş û berevaniyê amade bikin.
Şarkul Avsat