CîhanRojev

Îsraîl: Me serokê leşkerî yê Hamasê kujt 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku serokê leşkerî yê Hamasê Mihemed Deyf di êrîşa hewayî ya li ser Xezzeyê de hatiye kujtin.

Îsraîl ragihand ku Mihemed Deîf, ku yek ji çar berbijarên muhtemel ên serkirdayetiya Hamasê ye, di 13ê Tîrmehê de li herêma Xan Yûnisê di operasyona esmanî de hat kujtin.

Muhammed Deîf fermandarê herî navdar ê baskê leşkerî yê Hamasê bû.

Deîf ku pêşengiya Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam jî dikir, yek ji mîmarên tunelên li Xezzeyê bû.

Deîf, rêberê leşkerî yê Hamasê û yek ji kesayetên wê yên serdest, di serê lîsteya herî zêde ya Îsraîl de bû.

Deîf di êrîşên Îsraîlê de çavekî xwe winda kiribû.

Back to top button