Nivîsar

Peyama Nêçîrvan Barzanî bi minasibeta rizgarkirina Kobanî

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, bi minasibeta rizgarkirina bajarê Kobanî ji destê terorîstên DAÎŞ, di peyamekê de pîrozbahiyê li pêşmerge, şervan û azadîxwazên cîhanê dike û ji bona beşdarîkirin di rizgarkirina Kobanî de sipasiya Tirkiye û hevpeymaniya nanvdewletiya dijî DAÎŞê dike.

Ev li jêr teksta peyama serokwezîr:

Bi minasibeta rizgarkirina Kobanî, germtirîn pîrozbahiya li xelkê Kobanî, pêşmerge, şervanan, hemû gelê Kurdistanê û azadîxwazên cîhanê dikim. Herwesa pîrozbahiyê li birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê dikim ku, weke Şingalê û deverên din, hertim di xema rizgarkirina Kobanî de bû û bi hemû îmkanên xwe lêxebitî daku hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê hevkariya Kobanî bike û pêşmerge bigehê wê derê.

Li vir ez bi pêdvî dizanim xebat û helwestê Receb Teyb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê û Ehmed Dawuduglo serokwezîrê Tirkliyeyê bikim ku, bêy helwesta camêraneya wan, nemimkin bû hêzên pêşmerge bigehin hewara Kobanî, herwesa, roleke giring di alîkarîkirina koçberên Kobanî jî de lîst.  Sipasiya helwestê Amerîka û hevpeymanan jî dikim ku, bi piştevaniya asîmanî û gihandina çek û cebilxane ji herêma Kurdistanê bo Kobanî, hevkariya kobaniyan kir.

Kobanî bibû sembola xweragirî û bergiriyê li hember terorîstên DAÎŞ, hemû partiyên kurdistanî û hemû kurd li ser pêwîstiya hevkaîrkirina Kobanî yek deng bûn, îro jî bi minasibeta rizgarkirina wê ji aliyê pêşmerge, keç û kurên şervanên xweragir, pîrozbahiyê li hemû partiyên wê parça Kurdistanê û yek bi yek kurdistaniyan dikim. Hêvîdar im di demek nêzîk de hemû gundên devera Kobanî û hemû deverên Kurdistanê ji destê terorîstên DAÎŞ rizgar bikin.

Ev serkeftin ji encamê xebat û qurbanîdana şervan û pêşmerge ye û pêwîste şehîdên Kobanî û deverên din yên Kurdistanê neyên jibîr kirin. Hikûmeta herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe, hevkariya xelkê koçberê Kobanî kir û di paşerojê de jî li gor şiyanên xwe dê alîkariya xelkê wî bajarê xweragir bike.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
26.01.2015

Back to top button