
Di roja me de tu alî şerek çekdarî naparêzin, hemiyan jî biryar daye ku xebata xwe legal û vekirî bikin, di tekoşîna doza xwe bi metodên demokratik bi kar bînin û rêya diyalogê wek bingeh bigrin.

Dara Bilek
Li Tirkiye û bakurê kurdistanê ”pêvajoya Tirkiyeya bê teror” bi temamî însiyatîfa dewletê destpekiriye, lê dema nirxandin û gotubêjên di derbarê pêvajoyê de têne dkirin dixweyê rastiya vê pêvajoyê ji aliyê hinek aliyan ve neku nehatiya têgihandin, ew ji bo temenê siyaseta xwe dirêjtir bikin li dernayêxin ku ew bi pêvajoyê têgihane. Têneginadin ji bo wan kêmasî di vê qonaxê de baştir dixweyê.
Gelek vekirî dixweyê ku di nava PKK û dam û dezgehên PKKê ve girêdayî de, hinek alî naxwazin ev pêvajo herê serî. Ji ber ku dema pêvajo herê serî muhtemele ew wek berê di rojeva siyasî de nemînin û berê xwe bidin cihek din.
Dema hinek di nava PKKê de li xwe danaynin û dibêjin: ” Divê hukumet gava bavêje, divê qanûn li gora pêvajoyê bêne guhertin…” gotinên ku tu wateya wan tuneye. Ji ber ku muxatab ne ewin yên ku rojane peyama didin yan jî kaşo ji bo ”Azadiya Ocalan” xwepêşandana dikin.
Di vê pêvajoyê de muxatab tenê Ocalan e. Yan jî muxatab dewlet xwe bi xwe ye. Ev bazarek din e.Herkesek dikare vê yekê li gora binixîne benê vê dirêj e.Herkesê di nava PKKê û damû dezgehên PKKê de, yan dê bi Ocalan re bin yan jî dê berê xwe bidin cihek din.
Bê guman di nava bingehê PKKê de gelek kesên niştimanperwer û neteweperwer hene. Dê ev kes yan jî eger wek aliyekî hebin, dê berê xwe bidin xetek netewî û ji bo berjewendiyn netewa xwe siyasetê bikin. Ev kîne ,hêjmara wan çikase nayê zanîn, lê ew gelekin û dê rastiya xwe têbigihin berê xwe bidin xetek netewî û Kurdistanî siyasetê bikin.
Gelek cara min bi xwe li gora dîtina xwe behsa vê ”pêvajoyê” kiriye. Ev pêvajoya hewldana entegrekirina Kurdan bi Tirkan û Tirkiyere ye. Tu nirxên netewî yan jî Kurdistanî di vê yekê de tuneye.
Wek din muxatabê vê pêvajoyê tenê PKK ye tu pêwendiya vê yekê bi Tevgera Azadixwaz a Kurdan re tuneye.
Ev ”pêvajo” di navbera dewletê û PKKê de ye.
Serkeftina pêvajoyê hinek tiştên erênî li gel xwe peyda dike. Lê ihtimala tiştên ku ne erênî jî derkevin holê gelekin.
Ya erênî ewe ku; PKK xwe fesih kir û biryar daku ji dev çekan berdê. Ji holê rabûna PKKê ji bo Tevgera Azadixwaz a Kurdistanî erêniye û di warê siyasi de bê jî astenga li pêşiya Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê de radibe.
Ji ber ku ji aliyê gelek rêxistin û partiyan ve PKK wek asteng di rêya tekoşîna azadiya welet de dihat dîtin.
Nemayina şerek bê wate yê çekdarî ji bo pêşketina civaka kurd gelek aliyan de erêniye.
Di roja me de tu alî şerek çekdarî naparêzin, hemiyan jî biryar daye ku xebata xwe legal û vekirî bikin, di tekoşîna doza xwe bi metodên demokratik bi kar bînin û rêya diyalogê wek bingeh bigrin.
Ji bo vê yekê tunekirina tundî û tujiyê gavek erêniye. Em hemî dizanin ku, di hilbijartinan de bandora Qendil ji ya partiyên girêdayî PKKê yên legal bêhtirbû. Ji ber ku çek di destê wan de bû. Dema bixwestan xelkek tehdît dikiran. Bi navê YPGê bi sedan nameyên tehdîtê ji xelkêre rêdikiran û heta gelek caran ew cirm dikiran.
Dewlet bi temamî raporên dezgehên xwe yên istixbaratê qane bibe ku, çekdarên PKKê ji dev çek berdane, dê ji bo vegera wan hinek kanûna derêxe . Dewletê çekdarên PKKê wek sê gruba dane diyarkirin. Yên tevlî tu tawanî nebûyin, yên tevlî tawana bûyin û kasî 200 berpirsên PKKê. Bê guman ev dabeşkirin li gora îstixbarata Tirkiye ye.
Hetta ihtimala ji wan 200 kesan yên Ocalan bixwaze dikarin bînin Îmralî(kaşo li wê derê cezayê xwe bikşînin)
Ji aliyek din ve, ihtimala ku, hinek çekdarên PKKê vê carê bi navê dewletê çekan rakin û di bin navên din de derkevin holê heye. Bê guman ev ihtimaleke, lê mimkine.
Tê zanîn ku tehrîbatên mezin di nava civata kurd de encama şerê heyî de pêkhatine. Gelo dê ev tehrîbat çewe bêne ji navbirin? Kesek deng nake û heta behsa vê yekê jî nakin.
Pirsek din gelek bi rojevê ve guncave. Gelo ewên ku li başûr kaşo ji dev şekan berdidin kûve diçin? Li kû cih dibin? Ihtimala ku rojek ji rojan di çerçoveya bernameyekî de bibin tehdît li ser destkeftiyên başûr çiye? Gelek pirs li ser vê yekê hene. Heta radeyekî helwesta Tirkiye girêdayî siyaseta Ocalan dikare hewldanekî ji bo tewezina hêzan li başûr bê guhertin pêkwerê.
Bê guman ji bilî van tiştan gelek pirs hene ku , bê bersivin. Lê ya ji bo Tevgera azadiya Kurdistanê bi xêrbe mirov dikare vê bêje: Hêvî ewe ku herke di vê pêvajoyê de bizane çi dike û encam dê çewebin…
30. 6 . 2026


