CîhanFlaş

Fransa: Macron serdana Şamê dike û li gel Ehmed El-Şeri´ dicive

Serokê Fransa Emmanuel Macron 6ê meha bê serdana Sûriyê dike û li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ dicive.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Fransayê, 6ê Tîrmeha bê, Emmanuel Macron serdana Şamê dike û li gel Ehmed El-Şeri´ dicive.

24ê Nîsana bûrî, El-Şeri´ û Macron di çarçoveya beşdariyê di lûtkeya awarte ya Yekîtiya Ewropa û hevkarên wê li Nêqosiya paytexta Qubrisê civiyan.

Di wê civînê de, behsa peywendiyên di navbera herdu welatan de û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Back to top button