Civak

Pêşmerge û YPGê pîroz dikin

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Ji bo Raya Giştî ya Kurdistan û Tirkiyê

Rizgarkirina Kobanê Ji Hemî Kurdistanîyan Re Pîroz Be!

Kurdên Rojavayê Kurdistanê di nav şerê navxweyî yê Sûriyê de, ne tevlî birakujiyê bûn ne jî tevlî polîtîkayeke terefgiriyê ya aliyekî ji şerê di navbera Rejîma Baasa Sûriyê û Opozîsyona Mûxalefeta biçek de bûn. Tenê li ser axa xwe ya qedîm ya Kurdistanê, bi gelên din re di nav çarçoveya hiqûqa biratiyê de, heqê xwe yê birêvebirina xwebixwe bikaranîn. Li ser vê yekê welatên dagirker ên Kurdistanê û dewletên ku hevkariya wan dikin heqdestiyên ku kurd bi dest xistin, ji bo siyaseta xwe ya dagirkeriyê xeternak dîtin û bi vê mebestê êrîşa DAÎŞ’ê birin li ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî Kobanêyê ku ev yek jî rûyê wan û niyeta wan a rasteqîn derxiste holê.  

Li dijî vê yekê bertekên gelên aştîxwaz ên li hemû cîhanê û her çar parçeyên Kurdistanê, destûr nedan ku li Kobanêyê komkujîya Enfala duyemîn çêbibe. DAÎŞ û piştgirên wê, bi awayekî rezîl û mecbûrî di paş de vekişiyan. DAÎŞ’a ku pîyonê Tirkiyê û welatên din yên îstîlaker bû, li berevajî meslehetên gelê ereb û prensîbên dînê Îslamê ku êrîşê birin li ser Kurdistanê, bi saya hişyarî, desthevgirtin û hevkarîya mîlî ya gelê Kurdistanê, koordînasyon û hevkarîya dewletên cîhanê di heman demê de têk çû.

Divê em bi baldarî bînin bîra miletê Kurdistanê ku xetereya DAÎŞ’ê hê jî xelas nebûye. Tirkiye hêj pêştir êrîşên çeteyên En-Nusrayê biribû li ser Serêkaniyê û di pey re jî êrîşa DAÎŞ’ê bir li ser Kobanêyê. Serokomarê dewleta Tirkiyê yê ku meqama asta herî bilin de ye, hem bi felata Kobanêyê kêfxweş nebû hem jî bi vê gotina xwe: “Em Îraqeke nû naxwazin. Ev çi ye? Îraqa bakur. Niha jî bila Sûriyeya bakur çê bibe! Vê yekê em bi tu şiklî nikarin bipejirînin.” niyeta rasteqîn a şexsê xwe û dewleta Tirkiyê nîşan da.

Lewra DAÎŞ’a ku şikandineke rezîl li Kobanêyê dît, rojeke paşê manîdar e ku ji sê milan ve êrîş bir li ser Şingalê û ev yeke têkildarê siyaseta “nepejirîner” a Kurdistanek azad ya Tirkiyê ye. Gelê Kurdistanê, vê helwesta siyaseta nemeşrû ya Tirkiyeyê ku dagirkerê bakurê Kurdistanê ye, bi tu şiklî napejirîne.

Bi vê wesîleyê, em wekî Hereketa AZADÎ, ewladên gelê me yên qehreman ku li Kobanêyê li ber xwe didin; hêzên YPG û YPJ û Pêşmergeyên Hukûmeta Herêma Kurdistanê pîroz dikin.  Xwedayê Teala rehmeta xwe ji wan kesên ku di vê şerê parastina rewa de canê xwe feda kirin û şehîd ketin û hemî ewladên gelê me yên ku hatine qetilkirin, bike û Xwedayê Teala ji birîndaran re jî şîfaya xêrê bişîne. Her dîsa em ji hemî dostên gelê Kurdistanê, hêzên hevpeymanîyê, hemî alî û hemî kesên ku çi bi devkî çi bi emelî piştgiriya gelê Kurdistanê kirî spasdar in.

Her bijî biratî û piştgirîya gelan ya ku li gel heq û heqdaran e;

Her bijî hêzên me yên qehremanên ên mîllî!

Her bijî Azadî û Îstîqlala Kurdistanê!

Ji Bo Maf Dad û Azadîyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ



 

 

40

Back to top button