Nivîsar

Pêvajoya `bênav` çewe tê xwendin?

Pêvajoya bê nav ku bi însiyatifa dewletê û daxûyaniya serokê MHPê devlet Bahçelî destpêkirî bi bersiva serokê PKKê Ocalan berdewam e. Pêvajo her çikas bê nav bê jî dewletê navê pêvajoyê ragihandiye. Pêvajoya Tirkiyeke bê terör e. Lê aliyên din bi tevahî vê wek pêvajoya aştiyê didin xûyakirin. Bê guman eger çek bê deng bibin dê aşitiyek di tebîetê xwe de peyda bibe.

Bêdengkirina çekan ji bo kurdan li bakurê Kurdistanê gelekî başe. Ji aliyek din eger PKK bê fesihkirin, ev vekirî tê wateya ku astenga herî mezin li bakurê Kurdistanê di rêya tevgera azadixwaz a Kurdistanê de ji holê radibe. Wek din eger pêvajoya destpêkirî taybetî başûrê Kurdistanê re jî û ji rojavayê Kurdistanê re jî gelekî dibe sedemê pêşxistina istikrarekî û yekrêziyekî di nava Kurdan de. Lê dixweyê barek giran di vê pêvajoyê de bikeve li ser mile başûrê Kurdistanê,

Berê xwe bidinê, kongreya ku dewletê ji PKKê xwestî li başûrê Kurdistanê tê li darxistin. Li gora îdiayên heyî ku, ev ji îdiayan behtir rastiyeke, dê piraniya berpirsên PKKê li gel hinek kadroyên xwe li başûrê Kurdistanê cih bibin. Eger ev cihkirin ne bi temamî di bin kontrola desthilata herêmê de be û ne gelek bi zanebûn bê kirin, dê bi awyekî yanî rojek ji rojan bibe tehdîtek li ser rewşa başûrê Kurdistanê.

Nabê heman mirov beje aşitî û bawer bike dê ev pêvajo welê bi hesanî rêve herê û bigihe encamekî. Li Tirkiye di nava civatê de hêja kînek mezin di kesyeta PKKê de li himber kurda heye. Herweha di nava cıvata Kurd de ew tehrîbatên siyaseta PKKê pêeydakirîn bi dehê salan ji holê ranabe. Yanî divê veca ew zihniyeta di civakê de di 40 salan de hatî çêkirin ji holê rabê.

Li başûrê Kurdistanê tehdîda herî mezin heyîna PKKê bû. Vekirî bi pişgiriya Îranê û desthilata Iraqê şerê destkeftiyên netewî dikira. Şengal, Mexmûr û sinorê Kurdistanê bakur û Başûr mînaka herî berbiçav e.

Li rojavayê Kurdistanê berçavê me hemûyane. Piştî hinek bê jî şkestina bandora PKKê, gavek di derbarê yekrêziya di nava kurdan de hate avakirin.

Heta niha medya PKKê de behsa çalakiyên gerila tê kirin û rojane di vê derbarê de dîmena û nûçeyan belav dikin. Gelo ev ne peyameke ku, ji bo aliyên di nava PKKê de lidijê vê projeye disekinin?

Gerek ev pêvajo û biryarên tene girtin çewa bê xwendin? Ev yek gelekî girîng e. Lê mixabin aliyên siyasî naxwazin vekirî behsa vê yeke bikin. Taybetî tevgera kurd li bakur di vê derbarê de peyamên pêwist nadin.

Gerek mirov bikaribe bi zelalî van tiştan beje:

Li himber hemû nirxandina devjêberdana çekan ji aliye PKKê ve gavek gelek erêniye berjewendiya tevgera Kurd de ye.

Fesihkirina PKKê yanî bi awayek din nemana PKKê ji bo tevgera kurd û civaka Kurd gelek erêniye û berjewendiya destxistina mafên netewî de ye.

Wek ku ocalan di peyama xwe de gotî: Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya ku îro pir şikestine, bi ruhê biratiyê, bêyî guhnedana baweriyan ji nû ve birêxistin bike. Pêdiviya civaka demokratîk neçar e. PKK ku di dîroka Komarê de serhildan û tevgera herî dirêj û berfireh e; Hêz û desteka wê ji girtina kanalên siyaseta demokratîk derket holê. Encama neçar a tevgera neteweperest a tund; Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî nikarin bibin bersiv ji sosyolojiya civaka dîrokî re.

Yanî vekirî Ocalan dibêje ku, hêdî destxistinên netewî wek Federasyonê, xweseriya îdarî û heta mafên çandî ji bo kurdan divê neyên xwestin.

Ev yek jî PKKê bi temamî ji nava rezen Tevgera Kurd dertêxe û tevgera kurd de jî pakijiyek û zelaliyek peyda dike. Ev daxûyanî bi xwe, li xwe mikurhatina Ocalan e û di berjewendiya Kurdan de ye.

11.5.2025

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button