Polîtîk

PKKê biryara fesihkirina xwe ji Enqere re rêkiriye!

Hat îdiakirin ku, PKKê encama kongreya xwe ya di rojên 5-7ê Gulanê pêkanîn ji Tirkiyere rêkiriye. PKKÊ biryara fesihkirina xwe di kongreyê de ji dewleta Tirkiye re rêkiriye û dezgehên dewletê bi hemî encam û biryarên kongreyê agahdarin. Lê heta niha li ser mijarê daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Bê guman ji aliyê dewletê ve sedemên vê yekê hene.


Tê îdiakirin ku, “PKKê biryara devjêberdana çekan û fesihkirina xwe ji Enqerê re şandiye” Sedemên ku heta niha ev yek nehatiye ragihandin siyaseta dewletê di vê derbarê de ye. Ji ber ku ji hinek çavkanî hene ku dibêjin nûnerên dewletê di kongreya PKKê de amadebûne. Wek tê zanîn kongre li 2 deverên cuda hatiye li darxistin.

Ji aliyê din ve, di derbarê kongreyê de PKK ev daxûyanî daye û dibêje: “Kongreya 12emîn a PKKê di navbera 5-7ê Gulanê de bi serkeftî pêk hat. Agahdarî û belgeyên berfireh û berfireh ên derbarê encamên Kongreya 12emîn a PKKê û biryarên hatine girtin de, piştî ku encamên du deverên cuda werin berhevkirin, dê di demek kurt de bi raya giştî re werin parvekirin.”


Back to top button