Putin daxwaza danûstandinên rasterast bi Ukraynayê re dike

Çend demjimêran piştî ku rêberên Ewropî roja Duşemê banga agirbestek 30 rojî ya bê şert û merc kirin, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşniyara danûstandinên rasterast di navbera welatê wî û Ukraynayê de li Stenbolê di 15ê Mijdarê de kir,
Roja Şemiyê, 10ê Gulana 2025an, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, di gotarekê de li ser pêşniyarên rêberên Rojavayî yên ku serdana Ukraynayê kirin û bi Volodymyr Zelensky re civiyan û daxwaza agirbestek 30 rojî kirin, rasterast bi pêşniyara Rojavayî razî nebû. “Ew di sala 2022an de rawestiyan û ez tekez dikim ku divê ev danûstandin bê şert û merc bin.
Rêberên Brîtanya, Fransa, Almanya û Polonyayê roja Yekşemê bi trênê gihîştin paytexta Ukraynayê Kîevê û gef li Moskowê xwarin ger Rûsya pêşniyarê qebûl neke.
Putîn dibêje: “Ez pêşniyar dikim ku em roja Pêncşemê, 15ê Gulanê, bêyî ku tu derengî hebe, li Stenbolê dest pê bikin,”
Putin her wiha got ku ew ê roja Yekşemê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re biaxive da ku hewl bide ku danûstandinan dest pê bikin. “Em pabend in bi danûstandinên cidî re bi Ukraynayê re, lê divê danûstandin sedemên bingehîn ên pevçûnê ji holê rakin û aştiyek mayînde pêkbînin,”
Ukraynayê hîn bersivek nedaye pêşniyara nû ya Putin. Rêberên rojavayî gotin ku agirbesta 30 rojî pêşniyarek bû ku wan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re nîqaş kiribû, û Trump jî razî bû. Serokwezîr Kieran Stammer got ku divê banga agirbestê were qebûlkirin”.


