Serdana Şara bo Bexdayê hîn nehatiye diyarkirin
Di 17ê Gulanê de, lûtkeya welatên erebî li Bexdayê wê were lidarxistin. Her çend serokê demkî yê Sûriyê bi fermî ji aliyê serokwezîrê Iraqê ve hatiye vexwendin, lê dibe ku ew neçe Bexdayê û li şûna wî wezîrekî bişîne.
Wezareta Derve ya Iraqê roja Yekşemê got ku serdana Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed Şera bo Bexdayê hîn nehatiye diyarkirin û ne diyar e ka ew ê bi xwe were yan kesekî din bişîne.
Di heman demê de, hin medyayên Iraqî ragihandin ku Ehmed Şera serdana Bexdayê nake û Wezîrê Derve Esed Şaibanî wek nûnerê welatê xwe dişîne..
Lûtkeya welatên erebî wê di 17ê Gulana 2025an de li Bexdayê were lidarxistin. Di 27ê Nîsanê de, Iraqê bi fermî ji bo beşdarbûna di lûtkeyê de vexwendinek pêşkêşî Şera kir.
Çend roj şûnda, di medyayê de hinek gotin belav bûn ku Şara ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwestiye ku ewlehiya beşdarbûna wî di lûtkeya erebî ya li Bexdayê de garantî bike.