Polîtîk

Pêşmerge êrîşa bi fermandariya Bexdadî pûç kir

DAÎŞ di fermandariya Ebubekir Bexdadî de êrîşek berfireh anî li ser hêzên pêşmerge. Li Eniya Mexmur û Giverê zêdeyî 200 çekdarên DAÎşê bi serokatiya Ebubekir Bexdadî êrîşê eniya Maxmur kirin.

Armanc ew bû ku hinek gundên didestê hêzên pêşmergeyan de şûnve vegirin. Lê pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî bersiva wan da û êrîşa wan şûnde îkandin.

Li gora agahdariyên fermandarê pêşmergeyan li eniya Giver û Mexmur Sîrvan Barzanî dide;zêdetirî 200 çekdarên DAIŞê jê keş û hewaya navçeyê îstifade kirin, lê êrîşa wan ji aliyê pêşmerge ve hat têkbirin û DAIŞ neçar kirin ku paşve vekişin.

Sîrvan Barzanî ji Rûdawê re got:Di encama êrîşê de ku îro saet 4 sibehê berdewam bû, ziyanên mezin gihiştine DAIŞê û gelek kes ji wan di nava avê de xeniqîne. Herwiha  di nava Hêzên Pêşmerge de 2 pêşmerge jî şehîd bûne.
Ebû Bekir Bexdadî ji gundê Nemrûd serpereştiya êrişa çekdarên DAIŞê ya li ser Giwêrê dikir.

Back to top button