Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc  idia dike ku gelek hêzên tarî dest didin hevûdin da ku heta meha Hezîranê hukumeta heyî biruxînin.

Cigirê serokwezîr îro li Barsayê axavtine kir û behsa hinek tiştên balkêş kir.

Arinc got: Hinek aliyên ku me arîkariya wan kirî, testê wan girtî ji berî salekî li gel hinek aliyên din re pêwendî danin da ku hukumeta Ak-Partiyê biruxînin. Xwestên bandora li hilbijartinên herêmî bikin û ji berî hilbijartina serokkomarîyê jî gelek pravakasyon kirin. Lê serneketin. Van aliya di rûyê me de dikenîn û pişt me ve hesabi ji halê rakirina me dikiran.

Arinc berdewamiya axavtina xwe de got: Nihajî ji berî hilbijartiên meha Hezîranê xwe hiltavêjin. Lê tu cara em rê nadin wan ku bighin armanca xwe. Tu hukumet jî rê nade. Emê meha hezîranê serbikevin û bernama xwe berdewam bikin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: