Dosya

Ziyanên DAÎŞ li şerê dawiyê

Berpirsê ofîsa ragehandina liqa 14 ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Mûsilê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, ziyanên terêrîstên DAÎş di şerê duhî li Gwêrê de pêtir ji 100 kelexên çekdarên DAÎŞ ji bo nexweşxaneya Mûsilê haitne veguhastin û bi giştî di wî şerî de 125 çekdarên hatine kuştin.

Seîd memozînî di daxuyaniyekê de ji bo War dibêje:

–          Li baskê Naweran jî hêzên pêşmerge êrîşeke çekdarên terorîstên DAÎŞ têkşikand û 20 terorîst kuştin.  Li Gundê Sehlec 6 çekdar hatine kuştin.

Ji aliyek din ve piştî pêşmergeyê Kurdistanê rêya navbera Mûsil û Suriyê kontirol kir dirbeke mezin gihiştiye terorsîtan û Ebo Bekir Bexdadî daxwaz ji çekdarênx we kiriye ku, bi her buhayekî be divê ew rê careke din ji bin destê pêşmerge bê kontirolkirin.

Fermandarên pêşmerge jî li deverê tekîd dikin ku, ew dê deverên rizgarkirî biparêzin û ew ji bo têkşikandine her êrîşeke çekdarên DAÎŞ amade ne.

Back to top button