Fermandarê Eniya Şingalê dibêje ku, Hêzên Pêşmerge li Şingalê bi tundî li çekdarên DAIŞê dan û riya Mûsil – Sûriyê li ser çekdarên qedexe kirin û nahêlin ew terorîst di wê riyê re herin û bên. Herwiha tekez kir ku pilanekî wanî baş heye bo rizgarkirina Şingalê.
Behram Erîf Yasîn Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Îro rewşa Şingalê hinekî ji rojên borî aramtir bû û tenê top dihatin avêtin û ti êrişên mezin nebûn, lê duhî 2 hêz ji wan re hatibûn û hewl didan êriş bikin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî li wan dan û êrişa wan têk birin.”
Fermandarê Eniya Şingalê wiha got: “Me riya Mûsil – Sûriyê li ser çekdarên qedexe kirin û nahêlin ew terorîst di wê riyê re herin û bên. Duhî otobobîleke wan tê de dihat lê Hêzên Pêşmerge lê dan û agir pê xistin.”
Yasîn gotina xwe wiha qedand: “Ev in ku Hêzên Pêşmerge ti êriş nekirine, lê pilanekî pir baş heye, da ku di demeke nêzîk de Şingal bi temamî ji destê DAIŞê were rizgarkirin.”
Shengal bu wek kobane.ha IRO ha sibe rızgar bu le bele ev 15 roj bi ser ket hin ji ev benamusen dais ji shengal dernexistin.