Nivîsar

PDK û Rojavayê Kurdistanê

Serok Barzanî her li destpêka rûdawên Sûriyê da bi berdewamî tekez li ser ewe kiriye, ku her cûre desthilat û sîstemek li Rojavayê Kurdistanê da hebê, pêwîste bi tewafuqiya hemû aliyên siyasiyan bê. Li vê derbarî de Serokê Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî rolekî gelek mezin leyîstine.

Li cîhana îro da hêz her çiqas mezin bê, eger şer’iyeta xwe nebê wateyeke xwe nabê. Wate hêz û şer’iyet ji hevdû nayên cûdakirin û hevdû temam dikin.

PYD raste hêza xwe heye û ji bo xwe îlana îdareyekî kiriye ku heta niha kes nizanê nasnameya wê çiye. Lê belê neku her şer’iyetê ji xelk û aliyên siyasiyên dinê Rojava wernegirtiye, belku li ruyê navdewletî ve jî tu cûre naskirinek jî wernegirtiye û diyare ku nikare werbigrê jî! Ji bo wê yekê ewê ragihandiye, madem li tûnebûna her cûre şer’iyeteke, li gel lojîstika siyasî da naguncê û serketî jî nabê.

Li vê demê da her grûp û partiyek li her cîheke cîhanê da bê, eger şer’iyetekî navxweyî û piştevaniyekî civaka navneteweyî li gel da nebê, li îlankirina her cûre îdareyek da serketî nabê.

Ji bo wê yekê ewê PYD li Rojava de dike, zêdetir li hengavekî îstîfzaziyane diçê, neku pêwîstiyekî siyasî û neteweyî, ji ber ku dema PYD li Cenevre 2 nehat qebul kirin û nûnerên dinê Kurd li opozîsyona Sûriyê da hatin vexwendin, PYD wekî perçekirdarî efewiyane û li awayê karekî eşîretî û dûrî li bingeha rastî û siyasî, îdareyekî hizbî û takrewî ragihand û dîsa aliyên din îhmal kir.

Partiya Demokrata Kurdistanê her li destpêkê ve hemû hewlekî ji bo ewe bûye, aliyan bi PYD ve jî hevdû nêzîk bike, weku li peymana Hewlêr û paşê jî hate dîtin, eve jî li ser bingeha mebdeyekî stratejiyaneya PDK bûye, ji bo wê yekê PDK qet dû dil nebuye li piştgîrîkirina Rojava û dirustkirina her birêveberiyek, lê çi cûre birêveberiyek, dema PYD mil ji bo tu hemahengî û proseyekî tewafuqî nede, PDK li ber peroşî û xemxurî ji destneçûna wê derfeta ji bo zarokên me yên li Kurdistana Rojava da hatiye pêş, rexneya xwe heye û belê rexne jî dimînê û veneşariye ku heta hemû alî pêkve tewafuq nekin, Herêma Kurdistanê nikarê muamele li gel yek partiyek de bike.

Cihê balkêşiyê ye ku eger îro kes û aliyek hebin, xwe dûçarî sergermiyek kirine û qaşo ew piştgîrî îdareya PYD dikin û aliyên din nake.

Li rastiyê da mesele ne bi vî awayî ye, belku helwesta wan tenê partîtiye û li bazina wê jî muzayedeyeke valaye û îstîfzazkirina PDK da tê dîtin!

PDK neku niha li berê jî herdem li nêrîneke stratejiyê ve temaşa Rojavayê Kurdistanê kiriye, neku taktîkî, ji bo wê yekê dema sûr bizanê proseyek serkeftî nabê, bi axaftina ser medya û xwe nîşandanê, mîlletek bi şaşiyê de nabe, eveye helwesta rast û dirusta neteweyî û nîştîmaniyaneya Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê.

Hawdeng Farûq

 

 

Back to top button