Bedirxan: 35 sale li benda Enstituyê me ku ferhenga Kurdî çap bike

Sînemxan Celadet Ali Bedirxan li gel bernameya Rû bi Rû ya Dunya Tv hevpeyvîneke taybet pêkanî û li hevpeyvînê de balkişand li ser arşîv û dokumentên Bedirxaniyan ku heta niha parastiye û tirsa xwe ya di derbarê wendabûna wan dokumentan anî ziman.

Bedirxan da zanîn ku bi mixabinî bi giştî parastina dokumentan ji bo gelek kesan ne girînge, wekî mînak jî behsa Ferhenga Mîr Celadet Ali Bedirxan kir ku piştî dayika wê Rewşen Bedirxan ji bo çapkirina wê ferhengê radestî Akademiya Kurdî li Bexda kiribû, ew nehatibû çapkirin û her wiha bi awayeke bê serûber wê ferhengê avêtine cîhekî û çapnekirine û her wiha şeş tîpên wê jî wenda kirine. 

Sînemxan behsa mînakeke din kir ku piştî koça dawiya Mîr Kamuran Bedirxan ewê jî Ferhenga Mamê xwe radestî Enstituya Kurdî ya Parîsê kiriye û eve 35 sale li benda Enstituya Kurdî ya Parîsê ye ku Ferhenga Mîr Kamuran Bedirxan ya bi Kurdî û Fransî çap bike. Ji ber van her du mînakan jî wê bawerî nemaye ku dokumentan ji destên xwe derîne û radestî keseke din yan jî rêxistineke bike.

Nerîna min :