Polîtîk

Ayhan: Kurdên Rojava dibêjin Başûr ji bo me cîgere û bab e

Doç Dr. Veysel Ayhan Serokê Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) û Endamê Perwerdeya Beşa Pêwendiyên Navdewletiyê Zanîngeha Abant İzzet Baysal di derbarê Cenevre 2 û pêvajoya Suriye û Rojavayê Kurdistanê hevpeyvîneke taybet li gel Rojeva Kurd encam da. Ayhan balkişand li ser daxwazên gelê Rojava ji gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û da zanîn ku gelê Rojava ji Başur alîkariya mirovî dixwaze. 

Konferansa Cenevre 2 encama wê û bandora wê li ser Suriye çi dibe?

Cenevre 2 pêvajoyeke ku hê jî berdewame, sê çar babet li Cenevre 2 tê guftûgokirin 1- Hikûmeta Demkî, 2- meseleya mirovî, 3- Agirbest, 4- Hemû aliyên Suriye bînin li ser yek masayek. Avabûna hikûmeta demkî mumkun xuya nake ji ber ku hemû aliyên Suriye ne li Cenevre ye. Nunerê Kurdan û Nûnerê Îran û cepheyê Îslamî û Daîş jî li wir tûne, ji ber wê yekê ew biryara ku bistînin wê biryarê dê nas nekin, ji ber ku aliyên li Suriye şer dikin li nav civînê de tûne. Lê belê ji bo şandina alîkarîkiriya mirovî û agirbesta demkî dikare bandorekî xwe hebe. Lê dîsa jî beşdarîkirina gelek aliyan û pêkhatina wan gelek girînge. Her wiha Nûnerê rejîma Esad jî li wire, berî sê salan Amerika û Tirkiye digotin em rejîma Esad nas nakin û şeriyeta wî tune û wê heta heftiyek têk biçe. Lê îro em dibînin li gel rûdinin û danustandinan dikin eve jî serketina Esade ku xwe bi Amerika û Tirkiyê da qebul kirin. Cîhan jî êdî nikare bêyî Esad pengavan bavêje û bi vê konferansê vê yekê da zelal kirin.

Ji bo çi Kurd li wir tûnebûn ma ew Kurdên ku beşdar bûbûn kî bûn û çi dixwazin?

Berî Cenevre 2 Desteya Bilind dabu zanîn ku Kurd wekî aliyê sêyem beşdarî konferansê bibin, her wiha Rusya jî vê yekê qebul kiribû. Eger Kurd bi hêza sêyem beşdarî bikiran wê cîhanê jî wan hêzekî meşru qebul bikiran. Wekî Kurdên Iraqê, ji ber ku Kurdên Iraqê jî nexwestin li gel hevrik û opozisyona Iraqê beşdarî bikin. Ji ber wê yekê jî Kurd îro gihîştine vê asta ku em îro dibînin. Ezmûna Kurdan jî eweye eger bin destê Tirkan û Farisan û Ereban beşdarî bikin nagihin tu encamekî. Li Lozanê bindestê Tirkan beşdarbûn û tu mafekî bi dest nexistin û naxwazin vê şaşiyê dûbare bikin û li bin opozisyona Suriye beşdarî bikin. 

Derbarê ragihandina herêmên Kanton de nêrîna we çiye? Mînakeke van Kantonan heye?

Navê Kanton li Rojhilata Navîn de naveke nû ye, jiyana civakî jî bi vê yekê diguncê. Ev sîstem nêzîkî sîstema Îswîçre ye. Niha 2 kanton heye Cizîre û Kobanê û paşê jî Efrînê bê ragihandin. Taybetiya van Kantonan eweye ku Parlemen, Birêvebirin û Dadgeh di destê wan de ye. Wê bi awayeke cûda cûda parlementoyeke wan her sê kantonan hebe. Her kanton li nava xwe de wekî Kurdistana Iraqê dê serbixwe bibe. Ji Tendirustî û Perwerde û Hêza Asayîş wê di destê wan kantonan be. Bi vî awayî jî Kurd wê li Herêma xwe de xwe birêve bibin û ev sîstem wê hemû Suriyê bê birêvebirin. Ji xwe Suriye wiha lê hatiye wekî mînak Daîş niha heman awayî li Reqqayê rêvedibe. Tewhîd li Helebê birêvedibe. Wate kanton eweye ku ew herêm xwe bi xwe rêvebibin.         

Hun xebata raporek dikin ku dixwazin bizanin gelo Kurdên Suriye çi hêviyek ji gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye? Gelo daxwazên Kurdên Rojava ji Kurdên Başur çiye?

Kurdên Suriye dibêjin sê alî neyare, dijmine, debabeye û kuştine lê Başûr ji bo me cîgere û babe. Em dizanin ku hemû gelê Kurdistanê li gel me ye û hemû gelên Kurdistanê jî dixwazin em serbikevin û dilê wan bi mere ye. Daxwaziya me ji Herêma Kurdistanê ye û ji babê me ye. Em perçeyê herî biçûkê Kurdistanê ne û bi salan em bê nasname bûn. Îro cîhan me nas dike, di nav şerê Şîe û Sunne di nava şerê El Qaîde û Hevrikan de em nebûn aliyek. Şerê me li ser Rojavayê Kurdistanê bû û me nexwest em bikevin nava Suriye. Di vî şerî de dibe ku xeletiyên me jî çêbûn ji ber ku şer gelekî girane. Daxwaza me ji Herêma Kurdistanê ewe ku li me xwedî derkeve. Li meseleya mirovî de tûnebûneke mezin heye, dikare bi vê alîkariyê destpê bike. Partiyên siyasî hêviyê wan yên siyasî heye, lê belê xelk daxwaza alîkariya mirovî dike. 

Rola Tirkiye li Rojava çiye?

Heta niha rola Tirkiye neyîniye, xelkê Rojava dibêje alîkariya El Qaîde kir û dixwest têkoşîna Rojava têk bide. Li vê yekê de serneket. Li Cenevre 2 xwest nûnerên Kurdan li wir nebin û meseleya mirovî de jî, astengî li hember alîkariyên mirovî kir û nexwest alîkarî bigihijîn Rojava. Li ser dergehên sînoran ku berê vekirîbûn dîwaran çêkir. Ji ber wê yekê jî bawerî bi siyaseta Tirkiye nakin, ji ber ku Tirkiye neyartiya wan kir.

Çima Tirkiye dijminatiya Rojava dike?

Nêzîkî sed sala pirsa Kurd pirsa herî mezina Tirkiyê ye. Tirkiye hemû peywendiyên xwe yên derve de xwest ku Kurd negihin tu mafekî xwe. Li peymanên Lozanê, li Sadabat, li Bexda, li pêvajoya kombûna cîranên Iraqê de her dem astengî derxist ku Kurd negihin encamekî. Li Destura Iraqê jî bi awayeke fermî gelek dereng qebul kirin. Niha jî li Suriye herêmên serbixwe têne avakirin. Piştî Iraq û Suriyê, li rojevê de statuya Kurdên Tirkiyê jî heye. Ji xwe pêvajoya aştiyê de jî daxwazên Kurdan dê ne kêmî destkeftên Kurdên Suriye be. Eger Kurdên Suriye otonomî bi dest bixin dê Kurdên Tirkiye jî daxwaza otonomiyê bikin. Ji ber wê yekê jî Tirkiye dixwaze Kurd bi tenê mafên çandî bi dest bixin ku vê mafê jî bidin Kurdên Tirkiye. Lê destkeft niha ji wê gelek zêdetire. Ji ber wê yekê jî bi awayeke zelal Tirkiye dixwaze wan mafên Kurdên Suriye kêm bike ku ew jî kêm mafan bide. Ji ber ku her du jî nêzîkî hevin û bandorê li ser hevdû dikin.

 

 

Back to top button