BedirxanRojev

Mîr Celadet Bedirxan

Di 26 Nîsana 1893an de, Mîrzadekî kurdan ji dayik bû, bi xwe re jî kesayetiyeke çalak, xwedîbandor û berhem derket holê, û ta weke îro jî piranya kurdan berhem, bîroke û xumava pênûsa wî bikar tînin.

Zimanzan, siyasetmedar, şoreşger, niştîmanperwer, welatparêz, û danerê elfebeya kurdî latît Mîr Celadet Bedirxan, Mîr Celadt Emîn Elî Bedirxan neviyê Bedirxaniyan, xwediyên Mîrxaneya Botan, Mîrxaneya Bedirxaniyan ku nîvdeweltek di mêjoya kurdan de ava kir, ji ber kar û xebat û lixwedîderketin li kurdan, rastî girtin, sirgunkirin û astengiyên berdewam dihatin.

Karê destpêkî yê herî balkêş gera Mîr Celadet Bedirxan li gel Rojhlatnasê Ingilîzî Mêcer Noyîl sala 1919an di nava kurdan, hoz û êlên wan de ji bo danheva kiltur û pêmayên kurdan bû, û ji wir çirûska bîrokeya nivîsandina bi elfabeya latînî li cem mîr Celadet Bedirxan destpê kir, nexasim ku di wê serdemê de bi elfabeya aramî dinivîsand, nivîsandin û elfabeya Rojhilatnasê Inglêzî bala wî kişand, û li wir biriyara nvîsandinê bi tîpên latînî da.

Sala 1922an, û li ser fermaneke Mustefa Kemal Etatork, bi dehan xebatkar û niştîmanperwerên kurd hatin sirgunkrin, piranya wan ji malbata Bedirxaniyan bû, Mîr Celadet Bedirxan jî yek ji wan kesan bû, ku sirgunî Elmaniyayê bû û li wir mafperwerî li Zanîngeha Layizbirgê ta sala 1925an xwend, û hevdemê xwendina xwe ya zanîngehê mijûlî berhevkirina elfabêyeke kurdî dibû.

Ji 1925an ta 1931ê, ta ku nêzîktirî milet xwe û êş, azar, şoreş û tevgerên wan bibe, Mîr Celadet berê xwe da welatê Misrê, û ji wir bo Lubnan, û pişt re Şam û pişt re Cizîra Rojavayê Kurdistanê , herweha xwe gihand şoreşa Agirî li Bakurê Kurdistanê li gel birayê xwe Mîr Kameran Bedirxan û pişt re li gel Ihsan Nûrî Başa çû Îranê û ji wir rû Iraqê kir, dîsa vegeriya Şamê û li wir bi cî bû.

Li Şamê mîr Celadet elfabeya xwe berhev kir, û di 15ê Gulana 1932an de û bi moleteke fermî dest bi weşana Kovara Hawarê kir û elfabeya xwe tê de belav kir, 57 hejmar ji Hawarê derxistin û pişt re jî Kovara Ronahî di sala 1942an ta sa1945an derxist.

Bi dehan nivîskar û rewşenbîrên kurd di Hawar û Ronahiyê de nivîs û berhemên xwe belav dikirin, Mîr Celadet bi xwe jî bi gelek navan di Hawar û Ronahiyê de dinivîsand, ji wan navan Stranvan, Herekolê Azîzan, Çîrokbêj, Bilêc Şêrko, Nêrevan û Ferhengvan…hd

Mîr Celadet yek ji damezrêner û çalakên Komeleya Xuybûn bû, herweha di nava kurdên Rojavayê Kurdistanê de liv û tevger dikir û ji ber wê yekê çûn û hatin û liv û tevgera wî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Frensiyan ve hatin astengkirin. Bi gelek zimanan diaxvî, kurdî, erebî, tirkî, inglîzî, frensî, elmanî, yûnanî , rosî û farsî.

Sala 1936an jiyana hevjîniyê bi Rewşen Bedirxan re pêk anî û bûn bav û dêya Sînim Xan û Cimşîd.

Roja 15.07.1951ê dema li nava zeviyekê li gundewarê Şamê serpereştiya paleyan dikir, dîwarê bîra wê zevîyî hilweşiya, û li wir Mîr Celadet koça xwe ya dawiyê kir, li paş xwe, dibistanek ji berhem di were zimên, wêje, û dîroka kurdan de hişt. Di merasîmeke berferh de, li goristana taxa Kurdan li Şama paytexta Sûriyê Mîr Celadet li tenşit gora bapîrê xwe Bedirxanê Mezin bi xakê hat spartin.

Back to top button