Nivîsar

PDK ber bi guhertinê ve

Partiya Demokrata Kurdistanê kongreyê xwe yê 13-ê pêktîne. Ji bilî endam û derdora partiyê gelek hêviyên xelkê jî, ji vî kongreyî hene. Ji bo vê jî barek û herweha berpirsiyariyek mezin dikeve li ser milê kongreya 13-ê û dê ev kongre bibe miladek ji pû rêç û armancên ku partiyê dayî pêşiya xwe.

Bê goman ji sala 1992-ê hir ve tecrûbeyek taybet ji bo partiyê di rêvebirina dewletê de çêbûye. Yanî bi kurtahî ev kongre dê cara yekem xetek zîz di navbera partiyek ku demek dirêj şerê çekdarî dayî û şoreş pêkanîn û partiyek  ku vêca dewleta di encama xebata xwe dê destxistî avabike û îdare bike de kifş bibe.

Ev xet gelekî girîng e û divê baş bête dîtin. Wek din li beşên din yên Kurdistanê jî  çavê xwe dane kongreya PDK-ê û hêviyên wan yên mezin ji vî kogreyî hene. Beşên din yên Kurdistanê ji kêmasî dixwazin siyaseta ku partî ji bo kurdên beşên din yên Kurdistanê bike armanc böte zanîn.

Di rastiya xwe de PDK bûye wek hêviya gelen Kurdistanê, eger ev yek ji aliyê hemî dam û dezgehên partiyê ve baş neyê dîtin dê partî nikaribe bernameyek serkeftî pêkbîne. Rêça Barzaniyê nemir ji bo PDK-ê rasmalek gelek mezine. Divê partî ji aliyê siyasî û fikrî ve bikaribê rêça Barzanî li gora guhertinên cîhana modern biguncîne û li gora wê jî siyasetê de armancên xwe yên demî û stratejîk bide kifşkirin.

Eger mirov bixwaze rexne û gazinda bike gelek tişt hene ku mirov behsê bike. Lê tişta herî girîng dezgehên partiyê kar û xebata wan û siyaseta ku serok û hinek ji serokatiya partiyê rêve dibe bi temamî hevre nagunce. Taybetmendiyek ya Partiya Demokrata Kurdistanê heye ku, ew partiyek gelêriye û di rastiya xwe de divê bi tu awayî di nav desthilatdariya partiyê û gel de diwarên bilind neyên hunandin. Divê her demî partî bikaribe di nav gel de be, da ku raste rast daxwaziyên gelên Kurdistanê bigihe.

Di vê kongreyê de xalek herî girîng ewe ku, partî nasnameyekî bi zelel xwe bide naskirin. Gelo ev partiyek çeweye? Li gora rewşa mirov dibîne û bi salan siyaseta partiyê rêvebirî, PDK partiyek di nawendê de ye yanî mirov nikare bi temamî bêje partiyek  çep e yan jî rast e. Di nav partiyê de bîr û baweriyên çep û rast jî hene. Lê siyaseta ku îro PDK rêve dibe siyasetek Lîberal Demokrat e. Ji bo vê yekê jî li gora baweriya min divê partî li gora rewşa xwe ya siyasî xwe wek partiyek Lîberal Demokrat bide nasandin.

Pêşniyara Bernama Partiyê ji berî kongreyê demekî di medyayê de hate belav kirin. Ev gavek gelek erînî bû ji bo siyasetek zelal û şefaf. Di bernameyê de  vekirî tê xuyakirin ku partî bi awayê rêxistinî de jî dixwaze xwe nûjen bike. Heta guhertina navên dezgehên desthilata partiyê bi xwe gaveke ku partî hem qalikê xwe û hem jî nasnama xwe bi awayekî diguherê.

Ji berî kongreyê gelek kesan di nav partiyê de dîtinên xwe di derbarê nûjenkirina partiyê de nivîsîn, ev yek bi xwe gavek hemdem û berbipêşveye. Mirov dîtin û pêşniyarên xwe dibêje lê dê kongre biryara dawî li ser rewşa siyasî û rêxistinî bide. Herweha dê kar û xebata piştî kongreyê bête kirin bibe eyneya (Neynik) guhertin û şefafiya partiyê.

Hêvî dikin ku ev kongre bi awayek serkeftî xebata xwe bike û bi hemî awayî bi kar û xebata xwe, siyaset û hemdemiya xwe bibe bersiva daxwazên gelên Kurdistanê di tevitiya welat de.

9.10.2010
Dara Bilek

Back to top button