Konfransa Kurdistan li Hannover Têkilî û encam

                 

 
Di seredana şanda Kurdistan, li bajarê Hannover yê elmanî, ku ji rêzdar Abdulselam Berwarî serokê komîsiyona civak û malbatê di perlemanê herêma Kurdistanê de, Dr. Memo Osman rêvebirê beşê lêkolînên Europî li zanîngeha Duhok ê û Rizgar Kêsteyî endamê liqê 18an yên PDK Amediyê pêkhatibû, gelek kesayetî û navend û saziyên giring li Hannoverê dîtin û guftûgoyên bi sûde bi rê ve çûn.

Di destpêkê de, serokê fraksiyona keskan li Hannover, rêzdar Lothar Schlickau vexwendinek bo Rêzdar Dr. Kemal Kerkûkî hinartibû, lê ji ber kar û barê navbirî, cihgirê xwe rêzdar Dr. Arsalan Baiz destnîşankir, wî jî bi nameyeke erênî bo partiya keskan hatina xwe teqez kir, lê li dawiyê mixabin, bêyî ku sedemê nehatinê bihinêrê her wisa jî me bi nivîskî agahdar bike, nehat. Xanima rêzdar Emîna Zikrî endama perlemana Kurdistanê, ji ber sedemên vîza  neşiya beşdar bibe. Em behwerin, ku beşdariya xanim Emîna, dê dîmenekî şaristanî bidaye van guftûgo û têkiliyan.

Di gel ku seqa Hannoverê -5 derbas kiribûn, lê dan û stendina şandeyê germahî gihand pêpeloka jor. Ji ber ku şande ji  ber sedemên seqa yê ne di dema xwe de gehiştin şarê Hannover, me xala pêşî ji seredana xwe ji programê rakir, ku ew jî seredan û dîtina bajêr bû.

Di saet 12.00 roja 2.12.2010an de, xanima Diana Walter pêşwaziya şandeya  kurdistnî kir û pêk ve çûna salona encumana bajêr û li wir ji layê, şaredarê bajarê Hannover, rêzdar Strauch hatin pêşwazîkirin. Rêzdar Strauch piştî bixêrhatineke gerim li şandeyê kir, kurteaxaftinek li ser şêweyê rêvebiriya bajar, dîroka şaredariyê û sîstema şaredariyê kir. Di navbera wê axaftinê de, serokê şaredariyên Hannover yê berya nuha û dostê gelê kurd, Dr. Herbert Schmal Stieg jî hat bixêrhatin kir û kêfxweşiya xwe nîşanî şandê bo vê seredanê da û hêviya serketinê û sûdwergirtinê û pêkvekarkirinê kir.

Di dema fravînê de, ku rêzdar Lothar Schlickau( Prtiya keskan), li ser şerefa mêvanên ji kurdistanê hatî, çêkir, xanim Ingrid Langê seroka şaredariya Hannover ya diwem, xanim Siliviya Hesse rêvebira Agenda 21, Dr. Corelia Sickler, berpirsê penaberan amade bûn û li ser fravînê behsê imkanên pêkvekarkirinê li warên cuda de, û ji wan Jîngeh, avakirina bajar, danûstendin di gel komele û saziyên jinan. Her wisa jî hersê xaniman,  amedebûna xwe nîşandan bo seredana kurdistanê û dergehvekirinê bo têkiliyan

Rawestgeha şandeyê ya diwan, Perlemana herêma Niedersachsen bû. Li ber dergehê perleman, seroka nivîsgeha serokê perleman xanim Stürzebecher pêşwaziya şandeyê kir, ku di gel rêzdar Lothar Schlickau, serokê fraksiyona keskan şarê Hannover, rêzdar Gueter Wulfert berpirsê nivîsgeha keskan li Hannover, Roger Toppel berpirsê navenda kultûra navntewî li Hannover û Ez Tengezar Marînî di gel de bûn, ji layê serokê perlemana  herêma Niedersachsen rêzdar Dr, Dinkler hatin pêşwazî kirin. Rêzdar Dinkler kêfxweşiya xwe bo vê seredanê kir, her wisa jî behsê herêma Kurdistan kir, û di nav axaftina xwe de, destpêşxeriya serok Barzanî, bo avakirina hukumeteke niştimanî Iraqî bilind nirxand û diyar kir, ku kurd êdî roleke mezin di herêmê de dilîzin. Em jî bo têkiliyên hemî cureyan amade ne û di nav de jî têkiliyên aborî. Serokê şandeyê rêzdar Abdulselam Berwarî spasiya xwe pêşkêşî serokê perlemana Niedersachsenê kir, bo wê pêşwaziya gerim û wan agahiyên ku cenabê wî li ser kurdan û herêma Kurdistanê heyî. Dr. Memo Osman serokê beşê lêkolînên Europî li zanîngeha Duhokê, spasî rêzdar Dinkler kir û behsê pêwendiyên zanîngehên herêma Kurdistanê û elmaniya kir, wisa jî behsê wê peymana di nêvbera zanîngeha Hannover û Duhokê kir û amadebûna xwe bo aktîvkirina wê peymanê kir. Piştî guftûgo û bihevgurtina axaftin û agahiyan serokê perlemanê Niedersachsenê diyariyê perlemanê dane şandeya kurdistan û mazûlvanên wan. Şande jî êdî li nav avahiya perleman geryan.

Devera siyê ji seredanê, rêzdar Rizgar Kêsteyî, di gel Guenter Wulfret seredana Corona Solar kirin. Corona Soloar, cihê pêkanîn û karkirina li ser hêza alternatîv e û bi taybetî hêza rojê ye.
Pisporê hêza rojê rêzdar Ulf Hansen- Röbbel yê corona Solar, û rêzdar Eberhardt Röhrig Vander Meer, rêvebirê navenda jîngehê pêşwazî li kak Rizgar kirin û danûstenadin li ser hêza rojê û alternatîvê bû. Rizgar jî behsê Amêdiyê kir û pêdiviya wan bi avakirina bingehên wisa  bo fêrkirina xelkê. Herwisa jî diyar kir, ku kurdan pêdivî bi anîna zanînê aniyariyan li ser teknîkê heye. Kurdan pêdivî bi fêrbûna nêçîra masiyan heye, ne bi masiyan.

Saet 18.00 konfrans dest pêkir. Serokê fraksiyona keskan li şarê Hannover bixêrhatina şandeya kurdistanê û beşdaran, ku di nav wan de, Mîr Tashîn Beg, Dasin Mîr Farûq Beg, serokê şaredariya berê, dostê gelê Kurd Schmalstieg, seroka şaredariyê Ingrid langê, rêvebira jinan li Hannover Dr.Brigitt Vollmer-Schubert, endamê Perlemanê Niedersachsen Enno Hagener, endama perleman û berpirsa pirsa penaberan li nav partiya keskan Filiz Polat, Silvia Hesse berpirsa Agenda 21, Berdevkê partiya Sozial-demoqratan SPD, rêzdar Kirçî, Grûpa dana Rosa Luxumburg, komek ji dr û profesorên zanîngeha Hannover, Hunermenda şewkar ya Fransî Christine Mojar û gelek rewşenbîr, siyasetmedar ên kurd ji gelek hêzê siyasî yên kurd. Endamên komela Zanîn ya xwendevanên kurd li Zanîngeha Hannover û gelek berpirsên mîrî li herêma Niedersachsen û Hannover, mîna Dr. Monika Steinhilper berpirsa zindanên zarok û gencan li Niedersachsen, Dr. Gernot Steinhilper, yasazanê Kriminologî, Dr. Hans Hinze dostê gelê kurd û hejmareke ji neteweyên din, îtalî, Elman, Tirk, Vitnamî, Bengalî, Rûsî û Iranî.
 
Pişti bixêrhatinê ji hêla Lothar Schlickau û Tengezar Marînî ve, rêzdar Abdulselam Berwarî hate vexwandin bo sehnê û bi elmanî li ser rewşa herêma Kurdistanê û iraqê axivî. Her wisa  jî li ser hebûn û hêza kurd li Bexdayê û kartêkirina wan, di siyaseta iraqê ya giştî. Baştirîn belge bo wê hindê destpêşxeriya serokê herêmê Rêzdar Mesûd Barzanî û hilbijartina Mam Celal bo cara diwem bo posta serokê îraqê.

Ji bo ji her hêlekê ve ew geşteya ku 40 kesên berpirsiyarên Kevin û nû, ku di 6-20.5.2010, seredana Kurdistanê kiribûn bo beşdaran ronî bibe, û diyar bibe, ku Kurdistan cihê gelek şaristaniya ne û aramî û tenahî tê de heye û xelkê wê ( wate kurd), xwedî raman û bîrên nû ne û dikarin welatê xwe bi başî bi rê ve bibin.
Rêzdar Lothar Schlickau, li ser seredanê ji hêla siyasî ve kir û behsa wan kombûnên siyasî ku bûn, di gel serokê şaredariya Diyarbekir, rêzdar Osman Baydemir, qaymeqamê şêxan, Akrê, berpirsê leqê partî li Duhok û Amediyê, kombûna li Perleman, di gel serokê Perleman rêzdar Dr. K. Kerkûkî, li Silêmaniyê, di gel bêjerê politburo ya PUK rêzdar Melle Bextiyar, qaymeqamê Helebça, û li ser mezarê nemiran, di gel şêx Abdulahê Barzanî kir.

Tengezar Marînî, ku rêvebir û rênasê geştê bû, seredan ji hêla dîrokî, kultûrî û civakî ve nirxand. Dor hate li ser rojnamevanê rojnameya Haz, ku bi xwe sernivîserê beşê siyasî ye, di weşanxaneya Mazaq de, Dr. Daniel-Alexander Schacht. Dr. Schacht, dîtina xwe li ser rewşa media û rojnamegeriyê li herêmê da. Schacht, geşbîniya xwe da nîşandan, ku li herêma Kurdistanê hewqas media hene, her wisa jî rexneyên vekirî û caran neli gor normên rojnamevaniyê dibin. Diyarkir, ku derfet bo wî peyda bû, digel yên zivirîne welatê xwe Kurdistan û dixwênin. Biaxive, her wisa dîmenê din ji gencan, ku bêperspektîv in û dixwazin derkevin derve dît. Di vir de metrsiyanek dît, eger derfetên kar bo wan peyda nebe. Dr. Schacht diyar kir, ku tenê rexne nebes in, belê pêkanîna daxwazan û guherîna şaşiyan xalên sereke ne, di pêşdebirina welatekî de. Her wisa jî diyar kir, ku gavên baş di mediyaya Kurdistanê têne avêtin, lê ji ber nexwendina min ya bi kurdî, nikarim li ser naverokê hukum bikim, tenê ew rojnameyên bi ingilîzî derdikevin û min hinek xwendin, pêdivî bizmanê journalîstiyê heye, ew zimanê, serbixwe, bê ku hukumê bike û bê ku êrîşker bi tenê be, bêyî ku alternatîvê ji rexneya xwe re bîne ziman û raxe li ser rûpelên rojnameyê. Dr. Schacht, got naxwazim li ser teknîka weşana rojnameyan biaxivim, ji ber pêdivî bi şêweyê norm yê rojnameyên cîhanî heye. Di dawî de, rewşa rojnamegeriyê li bakurê kurdistanê şirovekir û nerehtiya xwe li ser girtina zarokên kurd da nîşkirin û gunehiyeke mezin dît, ku ev  hîn nebûye babeteke aktuell mediya cîhanî de. Hêjayê gotinê ye, ku Dr. Schacht, piştî seredana xwe bo Kurdistana Bakur û başûr ta niha 3 gotar li ser nivîsîne û di gel hin dîdaran û weşandine. Di meha 6a. 2010 de, hevpeyvînek di gel xanim Jula Hajî, endama perlemana îraqî li ser lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê weşandiye. Di 24.7.2010 de, yekemîn care ku 3 rûpel bi giştî di HAZ de, li ser Kurdistanê ne. Di beşê 7 Tage= heft rojê, gelek gotar di wan 3 rûpelan de nivîsîne“ Di nav kurdistana Nazdar“ Kerkûk û kurd, Helbeja û komkujî, Barzanî nemir û Mezar, dîdareke di gel Mole Bextiyar  û wêneyên ciwan ji qele û deverê kurdistanê
  
Di beşê diwem de, Prof.Dr. Hartmut Griese, Roger Topel( Zanîngeha Hannover) û Dr. Memo Osman, (zanîngeha Duhok), li ser derfet û imkanên bi hev re karikirinê, bo pêşderbirin û bilindkirina pêpeloka zanistî li zanîngehên Kurdistan bi giştî û ya Duhokê bi taybetî. Prof. Griese,û Roger Toppel, li ser peymana di navbera zanîngeha Duhok û Hannoverê de axiftin û hêvî kir, ku ew bête aktîvkirin, beşê Sosiyolojî û Empiric research li zanîngeha Duhokê vebe. Dr. Memo jî li ser beşa nû di zanîngeha Duhokê de Xwendinên Europî, ku ew bi rê ve dibe, kir û wî jî daxwaz kir, ku sûd ji serpêhatî û asteya zanîngehên Elmaniya bigrin û amade ne, pêk ve, di gel Prof. Hartmut û zanîngeha Leibniz ya Hannover têkiliyan girêdin.

Amediyê gula vî Konfransî bû, ji ber ku logo ya vê şevê wêneyê Amediyê bû, jîngeh û giringiya wê bi Amediyê ve girêdayî bû û Dîroka Amediyê ji guhdaran re bû meraq. Rêzdar rizgar kêsteyî bi ciwanî û evîn behsa Amediya mîneşîna Badînan, amediya Hemkê Tovî, Amêdiya Hêzqil, Amêdiya dergehê Mûsil û zêbarî, Amediya Tehsîn Taha û Amediya xweragir û ya evro kir. Piştî agahiyên giştî li ser Amediyê, behsê giringiya wê, jîngeha wê kultûra wê ya dewlemend û pêdiviyên wê yê evroka kirin û daxwaz kir, ku destê xibretê û tecrûbeyên welatên xwedî ezmûn dirêjî bajarê ciwan, ku ne mezin û nebiçûk dibe bikin.
      
Rêzdar Lothar Schlickau silavên Osman Baydemir gihandin guhdaran û dest bi xwendina xanim Claudia Roth kir. Xanim Claudia Roth, bi xwe seroka fraksiyona partiya keskan di perlemanê elmanî de ye, seroka komîsiyona mafê mirova ye û dosteke rastteqîne ya gelê kurd e. Di nameya xwe behsa Kurdistanê û danûstendinê xwe bi serkirdayetiya kurdî re kir, rewşa aram li Kurdistanê mîna rêxweşkirin bo sermiyandara ye diyar kir. Her wisa jî li ser rewşa siyasî ya îro û rewşa kurdên bakur û sîstema 2rû ya Turkiya kir, ji bilî wê amaj bi destpêşkeriya serokê herêma Kurdistanê kir, ji bilî wê jî ev agirbesta ku hate dirêjkirin bi karekî gelekî positive li qelem da û hêvî xwest, ku sûd jê bête wergirtin û gavên baş berbi aştiyê ve bêne avêtin.
Dr. Herbert Schmalstieg, dostê gelê kurd yê bi dehê salan, behsa rewşa kurdan, tadel i ser kurdan kir û welatên neteweyên yekbûyî guhehkar kir, ku ta niha rê didin rêjîmên cuda li her 4 parçeyên Kurdistanê ku zordariyê li kurdan bikin. Rêzdar Schmalstieg, behsa peymana Sêvrê û Lozanê kir û got ji hinga ve “ Ev welatên mina Ferensa û Ingêltra gunehkarê kurda ne. Niha jî di dîroka nû de, gelek welat hevpişkên qirkirina miletê kurd in. Raste kurd niha naxwazin gileh bi şêweyekî vekirî li karxanên Elmanî vekin, lê Elmaniya bi xwe xwedî guneheke û dikeve ber berpirsiyariyê. Li ser bakur jî got, nayête pejirandin, ku welatekî bixwaze bikeve yekîtiya Europa û nûnerên milet yên ji hêla wan ve di qûnaxa hilbijartinê de bêne girtin, her wisa nabêt, her axaftinek ku serokê şaredariyê Amedê Rêzdar Baydemir, axaftinekê bike, mehkeme lê vebe û nikaribe derkeve û têkiliyên xwe bihêz bike.
Türkiya xwe dixe nav tehlûkeyan de.
       

Beşa li ser Amedê, Rêzdar Prof. Dr. Husên Bektaş, nojdarê kurd yê li cîhanê berniyas, li ser projektên zanîngeha Amedê û MHH ya Zanîngeha Nojdariyê ya Hannover, axivî. Rêzdar Prof. Bektaş li ser imkanên karkirinê û ta niha projektên ku çêbûne axivî, bo nimûne anîna nojdaran bo hînbûna zêdetir li ser rêbazên zanistî yê nû, bo dema 3 mehan, an jî bestina konfransên zanistî, mîn a konfran^sen zanistî li Amedê ya 1 û 2an. Her wisa jî dê ya siyan li Hewlêrê bête bestin. Prof. Dr. Husên, yek ji çalaktirîn nojdarê kurd li Europa ye û xwedî cihekî zanistî bilind e, li ser qada cîhanî, ku herdem bo Kurdistanê amade ye, xizmeta pêdivî û dikare ku bike.
  
Rêzdar Hans Mönninghoff, berpirsê jîngeh û aboriya şarê Hannover e,  bi nerînek rexneyî li hindek xalên ku hatin axaftin axivî û got ez di gel im, ku project bi Diyarbekir re bibin, lê dibe di aliyê siyasî de, em hayedar bin. Ew babetên ku tên li ser welatekî serbixwe Kurdistan derdibrin, dikarin bibin rêgir li ber pêwendiyan. Jib o ku bajar bibin hevparên hev(Hannover, Amed), ez ne gelekî pişgir im, lê jib o projektan ez amade me.

  Xanim Dorota Szymanska û xanim Gabi Bartoszak, ku di meha 9an de, seredana Amedê kiribûn û di gel jinên Amedê têkilî danîn, bi nêrînên pir positive behsê seredanê kirin. Behsa wê hindê kirin, ku jinên Amedê bihêz in, jixwebawer in û bêyî ku kultûra xwe jibîr bikin, derbasî jiyana modern bûne.

Şev bi axaftina Lothar Schlickau, ku encama vê rûniştinê diyar kir û lêdan parçeyek ji mûzîka kurdî ji hêla Hunermend Brahîmê Mihemed şêxo keman, Mîschael, Piyano û Kaveh erbane, bi dawî hat.

Di 3.12.

Şandeya kurdî seredama navenda dayikan kir. Dr. Dr.Brigitt Vollmer-Schubert, berpisa jinan û malbatê li Hannover pêşwazî li şanda mêvan ji herêma Kurdistanê kir. Piştî ku navenda dayikan, li ser project û  karên xwe axiftin, guft û go li ser malbat, male jinan, mafê wan li herêma Kurdistan, yasa û pêdiviyên wan. Li vir pêşniyar hate kirin, ku şandek ji jinan were seredana Kurdistanê bike û çend jinên Kurdistan bihên li male jinan, navendên dayikan û yên zarokan kar bikin, bo fêrbûnê û hilgirtina zaniyaran û sûd li wan wergirtin.
Kak Abdulselam Berwarî, ku li Perlemanê Kurdistanê berpirsê komîsiyona civak û malbatê ye, amadehiya xwe diyar kir, ku piştî pêwendiyan, di hinek xalan de, derbasî karê parktîk bibin.

konferansek_marini_250680154.jpg 

    
Di saet 16.00, de, roja 3.12.2010. şandeya kurdî, ku ji kak Abdulselam, Dr. Memo, Rizgar Kêsteyî û di gel Lothar Schlicku, Guenter Wulfert, Tengezar Marînî û Roger Toppel, di gel pisporê şîgorta û sîstema Sîgorta li Elmaniya, Pico Jordan, ku di dema hukumeta kesk û sor de, sikreterê welat bo karê sîgorte bû, rûnişt.
Piştî rêzda Berwarî û Dr. Memo li ser rewş û yasayên heyî di vî biwarî de peyivîn, rêzdar Jordan, çend pirs û çend têbînî dan, lê wisa jî li ser daxwaz rêzdar Ebdulselam Berwarî, amadebûna xwe bo peydakirina kesên pispor, ku Kurdistan dikare sûd ji wan werbigre, da. Belê amedebûn bo bihrvguhertina agahiyan di viî biwarî de dan.

Dawî li mala Prof.Dr. Husên Bektaş, bi beşdariya Dr. Herbert Schmalstieg, Lothar Schlickau, Roger Topel û şandeya kurdî, danûstendin li ser derfetên bihevrekarkirinê bû û bi hêviya ew guftûgo berê xwe werbigrin û netenê bimînin seredan, dîtin, çûnûhatina bêencam.

 Konfransên weha dikarin bibin pir di navbera xelkên ku bixwazin alîkariyê bi kurdan re bikin, piştgiriya wan bikin, bibin pir bo anîna sermîyan bo Kurdistanê û bo bihêzkirina pêwendiyê siyasî û diplomasî. Belê wisa jî dikarin bibin motîv û têvedan bo dostên kurd yên kevin, ku ji ber hin sedeman ji kurdan dûrketine. Li hêla din pêdivî ye, ev şêwe têkilî bi zanistî û sîstemakî bêne avedankirin û dezgeh û kesên taybet û şareza bi girêdana têkiliya, bêne erkdan û karekî bi kelk û encam bikin.

 

Tengezarê Marînî

Nerîna min :