Îroj

9'ê Berfanbar

9’ê Berfanbar

Di sala 1945’an û di rojekî wekê îroyê de Endamê Rêxistina Xoybûnê Dr. Ahmed Nafiz ji endamên Neteweyên Yekbûyî re nameyek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistan şiyand.

Endamê Rêxistina Xuybûnê Dr Ahmet Nafiz bi navêkî dî Yekbûn bi alîkariya Konsolê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ya li Suriye û Libnanê George Wadswordê , ji Beyrudê ji bo Konferansa San Fransiscoyê li ser navê Lîga Kurd muxtirayekî şiyand.

Di vê muxtirayê de behsa Kurdan dike û dibêje :

Ji bo çareseriya pirsgirêke Kurd pêşniyara xweseriya hemî Kurdistan pêwîste.

Ji xeynî muxtirayê nameyek hatiye şiyandin û tê de jî daxwaza ji bo çareseriya li ser pirsgirêka Kurd pêwîstiya xebatên Konferansê û ji bo lêkolîna pirsgirêka Kurd û Kurdistan pêwîstiya komîsyonekî navneteweyî hatiye nivîsandin.

Back to top button