Polîtîk

Konsolxaneya Tirk belavoka Mafê Perwerdehiya Kurdî qebûl nekir

Komîteya ‘Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî bihête Damezrandin’ xwepêşandanekî li ber deriyê Konsolxaneya Tirkiye saz kirin lê berpirsyarên Tirk bersivekî erênî yan nêyînî  nedan.

Li gor nûçeya rojnameyê Aweneyê îro bi danê sibê seat di 10.00’an de ji aliyê endamên Komîteya Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî bihête Damezrandin ve belavokên li ser daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hatiye belavkirin. Grûb daxwaz kirin ku balovekên xwe bidin Konsolê lê berpirsyarên Konsolxaneyê bersivekî nedan.

Li ser vê yekê grûb 550 pênûsên ku bi xwe re anîbûn, li ber deriyê Konsolxaneyê hiştin û ji xebatkarên Konsolxaneyê re belav kirin.

Berpirsyarê qampanyayê Selam Abdulla da xuya kir ku wekê hemî xelkên cihanê, mafê me jî hene ku li ser zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û em daxwaz ji hemî Kurdistaniyan dikin ku qelemên xwe berz bikin û li dijî nijadperestiya Tirkiyeyê bixebitin.

Back to top button