Parlementoya Kurdistanê bi tundî avakirina kantonê bo Şingalê red dike

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de, bi tundî hewlên avakirina kantonekê li Şingalê red dike.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê wiha dibêje, “Em bi tundî avakirina kantonê bo Şingalê red dikin û em wê yekê bi gef li ser yekperçeya Herêma Kurdistanê dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêngav Kurdistanê vedgerînin bo serdemê şerê navxwe, ku bi ser çend îdare û kanton hatibû belavkirin. Di heman demê de, ev pêngav bervajî destûr û qanûnên îdarî yên Herêma Kurdistanê ne.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Axaftin li ser wî bajarê birîndar, ku hîna beşek mezin jê, di bin destê terorîstên DAIŞê de ye, bervajî wê yekîtiya ku di navbera aliyên siyasî yên herçar percent Kurdistanê ye. Herwiha li dijî yeksengeriya hêzên kurdî ji Kobanê heta Xaniqînê ye.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Pêwîst e tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê, berpirsane mamele ligel vê rewşê bikin û nakokiyan kurtir nekin û ber bi aliyê lidarxistina Kongreya Neteweyî ve biçin.”

Nêrînek

  1. Ez jî wekî mînek parlamentoyê Kurdistan'ê dibijim Sengal ne kantore û heremeka Kurdistan'ê ye û wekî teye zanîn eger li welatekî kantonek warê ava kirin derek ji bo we jî yên lê we hereme jiyan dikin ji aliyê cinsiyên xwen da ne ji we welatî bin û aslên xwen ji henik welatê din bin. Wekî mînek li Sêwesra, Spanya, Fransa û Bosna-Hersek'ê kanton'ên ûsa hene, ji bo kî li ew devletan da ji aliyen cinsiyen xwed ne ji ew welatîne û ji bo ziman, cend û hûnerên xwen da welatekî dinin.\r\nJi bo we jî seroke rûhanî Kurden meyên Ezidî Bav Seyh jî dibije; ''Yêk gele me Ezidî di jiyana xwen da zûlûm, zordariye qetlîam dîtine derek neye îstîsmar kirin''. \r\nYa dûyemîn jî ez rast dibijim bi nave PKK dan jî KCK jî wekî mînek ew beyane beyanek da û li dijî kantor'ê derdikevine û ew tisten hatiye kirin ne bê wan va hatiye giredayîn. Ew jî xûya dike henik di nav wanan da bê nave PKK û gele me Ezîdiyan van nûceka ûsa derxistine.\r\nWekî teye zanîn di nav gele me Ezîdiyan da henik hene wekî mînek henik gele me ji aliyê olîn da Elevî jî carnan li esle xwen Kurditiye dernakevine û dibijin; ''Em Elevîne''. Taban dûjmin jî dikare di nav gele me da cûda bûyînen ûsa bike, derek gele me ji bo lîstêken dûjmin va hatiye kirin da gelek siyar bibe.

Nerîna min :