Berhem Salih ji YNKê cuda dube yan na

Ev demek dirêje Berhem Salih cîgirê Celal Talebanî sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hemû çalakiyên xwe di nav wê partiyê de cemidandine û tu rol di nav wê partiyê de nalîze. Berhem Salih gelek caran gotiye ku, heta kongireyê ew tu rol û berpirsiyariyan di nav YNKê de wernagire. Gelek caran tê gotin ku, Berhem Salih, weke Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê, amadekariya rêxistineke serbixwe dike û ji YNKê veqte.

Li dor vê yekê Sadî Pîre endamê seroaktiya YNKê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Sivîl dibêje ku, Berhem Salih kesekî zîreke û têdigehe rewş çewaye. Meseleya Goranê dem û rewşek din bû, rewşeke din ya civakî û êkonomî li Kurdistanê hebû, Berhem Salih ne Newşêrwan Mistefa ye.

 Pîre dibêje ku, Berhem Salih gelek berpirsiyarî; serokwezîrê herêma Kurdistanê, cîgirê serokwezîrê Îraqê û posta wezîr wergiretine, ji vê zîdetir çi dixwaze?

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: