Nivîsar

Ji bo çi kanton ?

Miletekî dibin bandora dagirerî de bê, fikr û raman û tekoşîna wî divê gelê xwe û xaka xwe ji bin dagirkariyê xelas û azad bikê. Lewra Milet bi ax, av. Al û hemî nerxên xwe yên neteweyî qedexa ye. Ger miletek ko ne xwediyê axa xwe û nerxên xweyî netewî bê ti wate jiyana wî miletî nîne.

Lê sed mihabin ko îro sedsala 21.de ko Kurdistan ber bi serxwebûna dewleta yekbûyî ve diçê, ji bo çênebê dijmin hemî êrîşî ser xaka kurdistanê dikin, heta dixwazin ko ew parçê yê azad yê Kurdistanê li başûr jî cereke din dagirbikin.

Ev elozî û astengî di holêde ne û PKK di hûndirê xaka azad a Kurdistanê de hawîl didê da kantonan avabikê ger PKK divan hewîldanên xwe de biserkevê dê Kurdistana azad parça, parçebibê û dê bikevê bin destûra dewleta dagirker. Avakirina kantonan qat ne di berjevwendiyê netewa Kurdistanê dene.

Dema kanton ava bibin her kanton dê ji a din cûda û bi hemî jiyana xwe ve ji netewîti yê bidûr bikevê. Wê demê her kanton dê weke çand, civak. jiyan cûda cûda bibin, Sînorên ji hev qetandî derbikevin û mimkine ko dîrok û zimanek cûda li gorî çanda dagirkeran rû bidê.

Mînak: Li Rojavayê Başûrê Kurdistanê sê Kanton hatina avakirin, her kanton bi serê xwe bi rejîma baas’ê ve girêdayî ye ji axa kurdistanê cûda bûne,di navbera her sê kantonan da valayiyek heye di wê valahiyê de jî Erebên ko rejîma Baas’ê bi armanca kemere Erebîa hatibûn bi cîh kirin û heta niha li wir dijîn.

Dema ko meriv doza welatekî bindest bikê; meriv doza yekitiya axa xwe dikê, doza serxwebûna miletê xwe dikê. Lê dema em katonan temaşe dikin bi ti awayî ji berjewendiyên Kurdistanê re xêrê nayîn ê, bi her awayî ew li dijî armanc û berjevendiyên Netewa Kurd dene. Em Partiya Demorata Kurdistanê- Tirkiya; Ji bona ko çêkirina kantonan xaka Kurdistanê parçe dikê; li kîjan parçêyê Kurdistanê dibê bila bibê, em li dijî avakirina kantonane û bi tûndî van helwest û hewîldanan şermezar dikin.

Ger Kurd fêrisin, Kurd qahramanin û şoreşgêrin dê li azadiya xaka xwe xwedî derkevin û dewleta xwe a netewî ava bikin. Camêrî, şoreşgêrî,lehengî welatparêzî û hemû xisletên baş evin. Ne avakirina kantona ye.

18.01.2015

PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANA TIRKIYA
(PDKT)
Serokê Giştî Mehmet Emîn KARDAŞ

 

Back to top button